Mustafa Özçelik: PAK partîyeke 200 salî ye

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), salek berê di roja 18.10.2014ê de li Amedê hate damezrandin. Ango PAK yeksalî ye. Lê di eslê xwe de PAK partîyeke 200 salî ye; berdewamîya têkoşîna doza azadîya Kuridistanê ya 200 salî ye.

25.10.2015, Paz - 17:37

Mustafa Özçelik: PAK partîyeke 200 salî ye
Haberi Paylaş

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), salek berê di roja 18.10.2014ê de li Amedê hate damezrandin. Ango PAK yeksalî ye. Lê di eslê xwe de PAK partîyeke 200 salî ye; berdewamîya têkoşîna doza azadîya Kuridistanê ya 200 salî ye.

Wekî tê zanîn, PAK berdewamîya xebata Komîsyona Dîyalogê û ya Hewldana Partîyeke Kurdistanî ye. Piştî ku roja 18.10.2014ê de PAK hate damezrandin, di roja 17.11.2014ê de jî li Enqereyê, jibo damezrandina resmî me serî li Wezareta Navxwe ya Tirkîyê da. Û di roja 11.12.2014ê de Wezareta Navxwe ‘’belgeya ewrak teslîm wergirtinê’’ teslîmî PAKê kir û PAK jî wek partîyên heyî bû partîyeke resmî.

Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Tirkîyê, di roja 11.02.2015ê de ji PAKê re îxtarek şand. Serdozger digot nav û bername û daxwazên PAKê li dijî qanûna partîyan û Qanûnesasîya Tirkîyê ye û divê hemû bêne guhertin. Heger neyên guhertin, dê dozê di derbarê PAKê de veke. PAKê ev daxwaza Serdozgerî red kir û got bila Dewleta Tirk qanûnên xwe biguhere. Heta îro jî tu deng ji Serdozgerê Dadgeha Bilind derneketîye.

Belê, ji damezrandina PAKê heta îro salek derbas bû.

PAKê di vê sala bihurî de çi kir û çi nekir?

Bersîva vê pirsê, di xebat û gotar û helwestên PAKê de diyar e.

PAKê got, bi her awayî, bi aqilîyeteke nû divê siyaseta bakurê Kurdistanê ji nû ve bê ava kirin.

Li gorî wê banga ku di destpêkê de ji alîyê 11 kesan ve hatibû kirin û li gorî daxuyanîya 27ê nîsana 2013ê ya Komîsyona Dîyalogê , armanc ew bû ku, partîyeke hîn berfirehtir bê damezrandin. Em wek damezranêr û rêveberên PAK di dema Komîsyona Dîyalogê de jî, di dema Hewldana Partîyeke Kurdistanî de jî, di avakirina partîyeke ku xwe ji tengrûbîyê, ji tengtradîsyonîyê rizgar kirî de zelal bûn. Lê Jiber hinek gengeşîyên ku ‘’ka ev partîya , partîya tradîsyonekê ye yan na?’’ mixabin ew potansîyela diviyabû di PAKê de cîh bistînin giş neketin nav vê xebatê. Ango vê pirsgirêkê di destpêkê de nehişt PAK bigihêje wê potansîyela ku armanc dikir.

PAKê ji roja îlan kirina xwe ve, bala raya giştî ya Kurdistanê kişand.

PAKê bi gotin, bi helwest, bi kiryar û bi şêweya xebata xwe ve cudabûna xwe di qada siyasetê de nîşan da. PAKê got, em ne temaşevan û şîrovekarên qedera miletê xwe û welatê xwe ne. Em aktor in, em alîyekê çareserîyê ne.

PAKê li gorî hêza xwe li kolanan, li gundan, li bajaran çalakî lidarxistin. PAK li Pirsûsê bû, li Robozikê bû; li Amedê, Wanê, Mûşê, Mêrdînê, Batmanê li qadan, li kolanan bû. PAKê bi zarok û gênc û jînan, bi girseyeke mezin, li Wanê Newroz pîroz kir.

PAK bûyer û xebatên di dîroka Kurdistanê de jibîr nekir. Bi çalakî, konferans, panel, pankart û afîşan li nirxên neteweyî û Kurdistanî xwedî derket.

PAK di hemû rûdanên li Kurdistanê, li herêmê û li cîhanê rûdane de xwedi helwest bû, xwedî gotin bû.

PAKê kultureke nuh di siyaseta Kurdistanê de hûnand. PAKê ji roja ewil de got ez berdewamîya têkoşîna doza azadîya Kuridistanê ya 200 salî me. PAKê dîrok bi xwe destpê nekir, bi xwe jî neqedand. PAKê got, em berdewamîya Şêx Ubeydullahê Nehrî, ya Bedirxanîyan; berdewamîya Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî ; berdewamîya Rêxistina Azadî, Xoybûn û Komara Kurdistanê; berdewamîya pêşmerge, gerîlla û hemû xebatkar, kedkar û têkoşerên doza azadîya Kurdistanê ne.

PAK bû dengê bi milyonan Kurdistanîyên bêdeng yên welatperwer, bû berdevkê dilê gelên Kurdistanê.

PAKê got, hemû partî, rêxistin, grûb û şexsiyetên bi ked û xebata xwe rêya azadîyê vekirine, hûnandine, mîrasa me ye. Em xwe berdewamîya gişan dibînin. Lê jibo hêzeke xurt ku bikaribe rêyeke nû ji gelên Kurdistanê re veke, kultureke sîyasî ya nû pêwîst e. Bi vê perspektîfê PAKê çirûska geşekirin û rêvekirina azadîya Kurdistanê tesbît kir û got pêwîst e li bakurê Kurdistanê hemû azadîxwaz û demokratên Kurdistanî di nav partîyekê de hêza xwe bikin yek. PAK, îro jî her li ser vê fikra xwe ye. PAK rawestgehek e di vê meşê de. Û ev meş berdewam e.

Şerdên ku îro li bakurê Kurdistanê heyî, ev xeletî, texrîbat û pirsgirêkên siyasî, civakî û ramanî, barê Kurdistanîyên azadîxwaz û demokrat girantir dike. Êdî dem ne ew dem e ku em ked û potansîyela xwe û ya miletê xwe di hesab û berjewendîyên şexsî û teng grûbî de bifetisînin. Di meşa yekgirtinê de her roja wendayî, azadîya welatê me dûrtir dixe.Yekbûna me dê azadî û rizgarîya me nêztir bike.

PAK ji roja ewil heta îro vê yekê dibêje : Yên bikaribin bibin yek bila bibin yek, yên nikaribin bibin yek bila tifaqan di nava xwe de danin; yên şerdên tifaqa nabînin, xwe amadeyî tifaqan nabînin bila di navbera wan de dîyalog û danîn û stendin hebin; lê yên dîyalog û merhebaya wan tunebin jî bila dijminatîya hevdu nekin, bila hevdu nekujin.

PAK dibêje heta ku gênc û jin bi dînamîzm û taybetmendîyên xwe di hemû beşên partîyê de xurt nebin û nebin xwedî desthilat, partî nikare di nava gelê Kurdistanê de biherike, geş bibe. Nikare van pirsên ku rêya azadîyê dixetimînin ji holê rake.

PAK dibêje jibo xwegîhandina herçar alîyên bakurê Kurdistanê û cîhê ku li Tirkîyê, li welatên li derveyî Kurdistanê gelê me lê dijîn, divê em tevna rêxistina xwe bi awayekî saxlem û xurt bihûnin ku em bikaribin gelê xwe birêxistin bikin.

PAKê di vê sala bihurî de , bi awayekî zelal îspat kiriye ku, partiyeke serbixwe ye. PAK bi aborîya xwe, bi rêveberîya xwe, bi siyaseta xwe , bi helwestên xwe , bi bername û gotarên xwe îspat kirîye ku, îradeya wê di destê wê de ye û sîyaseta xwe jî di bin sîya tu alîyan de nameşîne. Ev jî serbilindîyeke esasî ya PAKê ye.

PAK li bakurê Kurdistanê kulîlkeke pir dengîyê, pir rengîyê ye. PAK nimûneya mêzîna wîjdanê ye; şitileke edaletê, demokrasî, wekhevî û azadîyê ye. PAK pira lihevanîna hemû pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî û cîvakî yên welatê me ye.

Ev sala derbasbûyî ya PAKê, nîşana fedakarî, biryardarî û dilsozîya hemû endam û rêveberên PAKê ye.

PAK partîya azadîya bakurê Kurdistanê ye. Lê xebat ,têkoşîn,ked û destkeftinên birayên xwe yên hersê perçeyên Kurdistanê û Kurdistanîyên cîhanê, yên xwe dibîne. Êş û xem û pirsgirêkên wan jî êş û xem û pirsgirêkên xwe dihesibîne. Divê di navbera herçar perçeyên Kurdistanê de, koordînasyon, alîkarî, piştgirî, hevkarî û hemahengîyeke neteweyî û Kurdistanî hebe.

PAKê bername û siyaseta xwe li ser bingehê hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ava kiriye. PAK mafê çarenûsîya miletê Kurd, mafê azadîya gelên Kurdistanê diparêze û dibêje dewletbûn mafê me ye. PAK dibêje dewletbûn dikare federe, konfedere yan jî serbixwe be. Li gorî şerdan ji vana yek dikare derkeve pêş. PAK dibêje, heger şerdên wekhevîyê, azadî û edaletê hebin, wekî du welatan, Tirkîye û Bakurê Kurdistanê dikarin dewleteke federal bi hevdu re ava bikin.

PAK dibêje, pirsa Kurdên ku li derveyî Kurdistanê, li Tirkîyê dijîn , beşeke ji pirsa azadî, demokrasî, edalet û wekhevîya Tirkîyê.

PAKê bi awayekî zelal got û îro jî dibêje, li bakurê Kurdistanê di vê mustewaya ku em gihîştinê de, pêwîstî bi şer û şîdetê tune ye; şîdet zerarê dide doza azadîya Kurdistanê. PAK li bakurê Kurdistanê bi xebatên girseyî, sivîl, siyasî, demokratîk û diplomasîyê têkoşîna çareserîya pirsa Kurdistanê dimeşîne.

PAKê di vê yeksalîya xwe de aşkere kirîye , gava ku xebat hebe, gava ku em di derbarê pirs û êşên gelê xwe de xwedî helwest û siyaset bin, gelê me jî dê li me xwedî derkeve. Destpêka çareserîyê xebat e, birêxistikirina gel e.

Hîna rêyeke dûr û dirêj û bi zehmetîyan ve hûnandî li ber me ye. Lê PAK bi sebir, bi biryardarî, bi fedekarî, bi siyaseteke Kurdistanî û bi perspektîfeke dûrbîn û zanyarî dê meşa xwe berdewam bike. Ev meş meşa azadîyê ye. Divê di her rawestgehekê de em xwedîyên vê partîyê û beşdarên vê meşê zêdetir û xurttir bikin.

Roj ne ew roj e , em jî wek Bîzansîyan bikin ku , li ber mirinê minaqeşeya ‘’cinsê melekan’’ dikirin. Roj roja yekgirtina Kurdistanîyên azadîxwaz û demokrat e; li ser bername û nirxên neteweyî, roja yekgirtina hemû hêzên neteweyî û Kurdistanî ye. Roj roja xebatê, xebatê û xebatê ye.

Mustafa Özçelik (25.10.2015)

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2776 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:15:02:28
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x