Baregeha serekî ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriyê, li bajarê Hewlêrê hat vekirin. Îro di merasîmekê de li bajarê Hewlêrê bi amadebûna hejmarek rojnamevan û kesatiyên navdar ên Rojavayê Kurdistanê, Barageha serekî ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriyê hat vekirin.
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriyê Ciwan Mîranî di merasîmê de ji dezgehên ragihandinê re got: “Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriyê serbixwe ye û destê ti aliyekî siyasî di nav de nîne”.
Mîranî herwiha ragihand ku ew dê hewl bidin têkliyên xwe ligel hemû dezgehên ragihandinê deynin û wiha axifî: ‘‘Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriyê dê bê cudayî pirsgirêkên rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê bişopîne.’‘
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriyê da zanîn ku biryara veguhestina cihê baregehê di destê encumena sendîkayê de ye, eger encumenê biryara veguhestina barageh bo Rojava bide evna karekî normal e.‘‘
Ciwan Mîranî kuştina rojnamevan Kawa Germiyanî jî şermezar kir û got ku wan daxwiyaniyeke nerazîbûnê li ser vê pirsê dabû.
Kongreya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriyê di 18-19’ê meha Îlona sala 2013’an bi amadebûna 110 rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê hatibû lidarxistin.