Rêz girtin li şehîdên Kurd û Kurdistan ; girêdaye bi berdewamkirina xeta netewî Kurd’e.
ŞehÎd Delîl- Ayhan û çendîn hevalên hêja û delal li ser xaka Kurdistana pîroz jîyanê xwe ji dest dan û şehîd ketin . Jibo Kurdistaneke serbixa û azad , xelatê gelê Kurd bikin doza azadîyê şopandin û bi du xeyalên xweda çûn .
Şehîd DelÎl- Ayhan di sala 1991 ‘da li stenbolê min naskir, wê gavê ew berpirsê giştî yê xabatê bû , ez ji şamê nûh hatbûm jibo tevlê xebatê rêxistinî bibim .
Nêzîkê 9 meh bi Heval Delîl- Ayhan’ra ez xebitîm, Ji salê 1991 heyanî 2014 , 23 sal derbaz bûye , lê hîna ew rojên bi rumet li berçavê min weke dûh zindîye. Bîranîn û şêwazê tekoşînê li gel şehîd Ayhan gelek cêwaz bû , gelek tişt ji wî fêrbûm , ez xwe gelek baxtewar dibinim jibo ku min hewaleke bi rumet weke Ayhan di dîroka tekoşînê Kurdî’de naskirîye .
Axaftin li ser şehîd Ayhan têrê nakê, pêwîste mirov pêra bixebite ,hewalên ku pêra karkirinên û naskirinên vê yekê baş dizanin . DelÎl- Ayhan miroveke taybet bû xwedî kesayeteke Kurdistanî bû. Gava diçû zankoyê Gelek hevalên wî xwendakar hebûn û di eynî waxtê’de bi wîra tevlî tekoşîna azadîya Kurd bibibûn . Bandorake wî xort li ser gel û xwendekar hebû , hêzê wî îqna û rêxistinê farqlîbû . Miroveke ji dilda dixebitî di demên herî zehmet û kirîtîkta biryarên rast dida , tirs û didilî li cem nebû , enerjîya wî normal nebû , xwe bi her awahî jibo tekoşînê feda kiribû , di salê 1991 hêjmara kadroyên profesyonel gelek kêmbûn lê encam û berhemê xebatê pir zêdebû ,her yek jiwan hevalan bedele 50 xabatkarin niha dixebitî , her waxt bi pîlan û heycan ,ezîmbûn xabat dimeşîya .
Gelek caran bi şehîd Delîl- Ayhan’ra ez tevlî civînên xwendekarên zankoyê dibûm , her waxt ji wanra di got, \" welatê me Kurdistan hatîye bin destkirin , rolê ciwan û xwendekarên Kurd di rizgarkirina Kurdistana pÎroz ‘da gelek girînge , pêwîste em neyarên Kurd nasbikin û şêwazê tekoşînê bilind bikin.\"
Peyamên şehîd Ayhan di civînên gel’da jî gelek zelal bûn di got ,\" fedekarîya gelê Kurd qet jibîr nabe, rojek ewê werê Kurdistan serfiraz û azad bibe, derd û kolên dayîkan ji wê xelas dibe \" . Miroveke hestîyar û dilnizim bû , bi dost û hevalên xweva gelek girêdayi bû, rojekî ji rojan min dîd Ayhan xwe xistîya xurfê û digrîya ez gelek şaş û ecêb mam , lê di aynî waxtê’da girîya wî li ser min bandor kir, min pirsiyar kir heval Ayhan ti jibo çî digrî ?! li min vegerîya û \"got hevalê min Mahsum –Ali ihsan üçkardeş şehîd ketîye ,gelek baha û delal bû li ber dilêmin , me bihevra dibistan xwend , gava derbazê Eyaleta Dersimê dibe dikeve kemînê dijminê û şehîd dibe\" .
Çalakîya Silivirî
Piştî meheke derbaz bû ; em çend heval Ayhan , Cafer , Jîyan û ez li malê xandekarekî li paxçelî evlerê’da kom bûn . Wê şevê heval Ayhan û cafer DemÎrel ji Sîwasê bû heyanî ber deste sibehê ji xwera dengkirin , sibeh bû Ayhan jibo min û Jîyan got ‘’pêwîste hûn derbasê malê rêxistinê yê li Merterê bibin û seetê civînê li Şêrîn evlerê jibîr nekin , emê hevdu li wir bibînên ‘’. Ez û JÎyan derbazî malê Merterê bûn û di seetê civînê ‘de amede bûn , lê herdû heval ne hatin cihê civînê ,qedereke em li hêvîya wan man , gava me dîd nayên , bi rîya telefonê me xwest em bigêjên wan lê mixabin bersif nebû û têklîyê me bi wanra qutbû , careke dî em derbazê Merterê bûn . Rojê dî li seet 7 sibehê markêteke nêzîkê malê me hebû ,ez çûm hinek tiştên taştê û çend rojnameyên tirkî bikirim , xwedî markêtê qederekî nihêrî û xwest min mûjûl bike. Min famkir rewşeke normal nîne ,yekser ez vegerîyam malê û min ji jîyan’ra bahsa vê rewşê kir,wêjî bi ecele li rojnamê temaşekir û dîd wênê heval Ayhan ,Cafer û MÎfaîr hatinên belavkirin û li gor navaroka nûçeyên belavbûye . Çalakîyek li ser mexferê leşgerî yê li Silivriyê hatîya li darxistin di encam’da heval Cafer û Mîfaîr şehîd dikevin û Ayhan xwe birîndar xalas dike, her waha şofêrê otombîlê wan dikeve destê polîsan û teslîm dibe .Malê ku têda pîlana êrîşê hatîya dayîn ji hêlê ew kesê teslîm bûye nîşanê polİs dike, gelek dokûmenên rêxistinê û zanyarîyên derbarê nasnamê min dikeve destê polîsan.
Piştî 2 meh derbaz bû, heval Ayhan hate malê ku ez têda dimam , maleke walatparêz bû, gava min heval Delîl Ayhan dîd ez giryam û min wîna hemêz kir , gelek êşÎya bû bi şehadetê herdu hevalên xwe û got ‘’ me dixwest tola Mahsum hildên û xabatê li tevahîya bajarên tirkîyê xort û bilind bikin, li mixabin min taxmin nekir encameke welê derkeve holê , me derbe xwer û pêwîste em xwe komî ser hevbikin û bibin mînek jibo tekoşina azadîyê ‘’ . Ew carê dawî bû min têda heval Ayhan dîd , ewê derbazî Eyalata Amedê biba û hatibû jibo xatirê xwe bixwazê, piştî demeke kurt derbaz bû min bihîst li Amedê şehîd ketîye .
Birastî heval Delîl Ayhan çalekvaneke sîyasî xort bû , eger deşifre nebûwa dikarî gelek tişt bikira , lê yek ji şaştîya kadrorên wê demê ; her xabatkarekî sîyasî xwe aynî waxtê çalekvaneke leşgerî di dîd.
Îroj , eger xabat li bakurê Kurdistan û tirkîyê gihêştîye asteke berçav, em jibîrnekên ked û ezîmbûnê wan havalên delal rolê ston û çîmentoyê li hihîst di avakirina qonaxê heyî’da .
Armanç û xeyalên van şehîdan demezrandina Kurdistaneke serbixe û azad bû .hêvîya min ewe ku em van hevalan baş bidin naskirin û qala daxazîyên wan bikin û her waxt bîranînên wan bi gelek rîyan zindî bikin .
Rêzgirtin jibo şehîdên Kurd û Kurdistan girêdaye bi pêkanînê xewnê wanê pîroze .
Rêz jibo şehîdên Kurdistan .
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.