Roj bi roj Kurdistana Rojava vala dibe…

Hîroj li Sûriye rêyên çareserîya sîyasî hatîye xetimandin.

Avash Hannan Muhammed

08.03.2014, Cts | 07:47

Roj bi roj Kurdistana Rojava vala dibe…
Makaleyi Paylaş
Hîroj li Sûriye rêyên çareserîya sîyasî hatîye xetimandin.Rejîma baas û opozisyonê heyî bi ti rengî nekarî bigihe xalên hewbeş. Partîyên Kurd li rojavayê Kurdistan pirskirêkên ciddî jîyandikin. Her alîyek li gor berjewendîyê xwe yê hizbî hareket dike . Di hemu Sûriye’de û pêkhatên têda , qaoseke mezin jîyan dike .

Di çareserkirina pirsa Sûriye ‘da biryara sîyasî ne hatîye dayîn , jibo vê yekê rîya çareserîya leşgerî jî hatîye xetmandin . Hayanî naha 120 hazar mirov hatîye kuştin, 9 milyon mirov penaberbûn , bi hazaran însan birîndar bun û di girtî gahanda îşkence dibînên û gelek mirov windabûnên .Rewşeke bê quntrol berdewamdike , kî li hemberî kî bi çi armancî şer dike dîyar nîne .

Kareseteke mirovahî mezin tê jîyankirin , pirsa her kesî gelo ev rewş yê çawa bê çareserkirin ?

Li alîyeke terora rejîma baas li ser Kurdan berdewama , li alîyeke dî tund û tîjya gurupên çekdar yê girêdayê Elqaîde,Daiş berdewam dike . Artêşa azad û hêzên îslamî roj bi roj gelê Kurd ji Kurdistanê derdixîne , hemu şêwazê şer bi huvîytî bi karhanîn , komkujî pêşxistin . Hiroj herêm û qadin Kurd li jîyandikin berva valabûnê diçe. Xelkê li Efrîn,Cizîrê,Kobanî,Halebê jîyan dike sê ribê wan paneberê libnan tirkîye û herêma Kurdistan bunên . Pîlaneke metirsîdar li ser gelê Kurd dimeşe. Operesyona valakirina herêma Kurdan, yek wateyeke xwe heye ,ewjî Erepkirina qad û herêma Kurda’nên û bi cihkirina Erepan li şunê Kurdan . Armancê wan yê dîji dest xistina bîrê Neft û xazê herêma Kurdan û wêrankirina mal û mülke gelê Kurde. Bê guman berdawamkirina vê rewşê li ser rojavayê Kurdistan ewê bandora xwe li ser bizotnawayê Kurd li bakur û başurê Kurdistan bike . Ji ber vê yekê pewiste partî û hêzên Kurd helwestê wan yekbe û mûdaxaleyê vê paksazîyê bikin û nehêlên rojavayê Kurdistan valabibe.

Xaleke dî girîng heye û pêwîste mirov li ser rewaste.Ewjî

trajedîya penaberên ku ji welatê xwe revîyanên

û hatinên Tirkîye û herêma Kurdistanê . li Tirkîyê Kurd bi giranî belavê bajarên mezin bunên û beşekî wan li nav qenpan jîyanê xwe didumînê. Kurdên ku koçberî herêma Kurdistanê bunên giranîyê wan li qenpan dimînên û beşekî ji Kurdan belavî bajaran bunên . Jibo jîyanê xwe berdewam bikin mecburî bi destekî gelek herzan îş bikin. Hem li Tirkîyê û hemjî li herêma Kurdistan kedê wan tê îstismar kirin . Rewşa şer yê berdewam bandora xwe li ser perçe bunê malbatan kiriye ,gelek zarok ,ciwan , jin û mêr xeyalê wan di nîvîda mayî. Mirov dikare bîje ev cîlê ku vê şerî jîyan dike cîleke pêşerojê wî hatîye windakirin . Ev rewş bi xwera piskolojîyeke xerap li ser penaberan çîkiriye.

Hukumeta herêma Kurdistan gelek alîkarî jibo penaberên rojava pêşkêşkir, ewejî cihê sipasîyê . Bê guman xwedî derketin lihev erkeke însanî û hesteke Kurdistanîye. lê gelo xwedî derketin li peneberan bese jibo çarenosê Kurdê rojava bê çareserkirin ?

Li gor nerîna min Hukumete herêma Kurdistan û tevahî rêxistênên medenî pêwîste vê pirskêrêkê bi bingehîn çareserbikin û bixebitin jibo gelê rojavayê Kurdistan vegere welatê xwe. Bi her awahî xwedî li Kurdistana rojava derkeve . Partîyên Kurd li rojavayê Kurdistan pêwîste bizanbên ku bi tenê nikarên vê barî rakin . Nerîn û tekoşîna îdolojîk cihê taqdîrêye li mixabin berjewendîyên hizbi ne gîrîngtire ji gelê Kurd. Pêwiste hemu Kurd bibin yek jibo parastina awlekariya gelê Kurd .

Wextek li bakurê Kurdistan gelek gundê Kurdan bı armancaki stratejik hat valakirin , girîlayên pkk li çîyayê Kurdistanê bi hêzbûn .lê ev desthilatdarî li ser çiya u cihên bê jiyan bu . Jiber vê yekê desthilatdarîya herî mezin jibo parastina gel û welate. Hîroj di rojavayê Kurdistan ‘da avakirina Kurdistaneke, li welatekî hatîye valakirin’da şaştîyeke mezine û rê li pêş aloziyên cuda veke .

Peyva min yê dawî ;Jinên Kurd divî şerî ‘da gelek eziyet û zulim ditin, hemu rengê komkujî li ser hat pêkanîn. Bi hezaran jinên Kurd maxdur bun û di cehenemekî mezinda jîyan dikên .

Di sed saleke nuda em 8’ê adarê rojê jinên cîhanê pîrozdikin. Hevîdarim hemu jinên cîhanê û jinên Kurd li çar perçên Kurdistan îsyan û dengê jinên rojavayê Kurdistan bibihîsin ,alîkarbibin , trajedîya wan hîs û jîyan bikin . Erkê jinan pêşxistana wicdana mirov û civaka lal û kere. Roja 8’ê adarê li tevahî jinên Kurd pîroz be.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

11354 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:14:37:08
x