Insiyatifa Yekitiye PDK - BANGNAME

Kurd û Kurdistanîyên hêja;\nRêxistin, komel, grup,kesayet,;

22.04.2015, Çar - 14:41

Insiyatifa Yekitiye PDK - BANGNAME
Haberi Paylaş
Kurd û Kurdistanîyên hêja;

Rêxistin, komel, grup,kesayet,;

Brano, verin em hemû gotin û tevgerên ku kurdan ji hev dûr dixin û kurdistanê di bin dagirkiriyê di hêlin di bin gavê xwede bifetisînin.

Em hemû fikrê li dijî yekîtiye xeta netewî û demokrat di ûcdanan\' da mehkûm bikin û em rûyê xwe ji wan biguherînin.

Lawra rewşa me ye îro encama parçebûne me ye.Bêtifaqî,cudabûn, xisarê dide hebûne me.Êş û janên me,îro me dawetî yekîtiyê dikin.

Bila be,em bibin yek, di ser êş û janan re bê jî emê qabûl bikin.Bi tenê bila em bibin yek.Bi tenê em bi hevre bixabitin li ser armanca kurd û kurdistanî û erdingeri û ala xwe.em bibin yek deng,Em bibin Kurdistaniyek yek parçe û yek deng.

Brano verin em li emanetê serok û rêberê xwe yê qahraman, qadî mihammedê pêşewe,şêx Mahmud berzencî şex Abdulselam barzanî û şex Ahmed barzanî Mele Mistafa Barzanî, Şêx Saîd,,Seyîd Rıza,Dr Nurî Dersimî, Xalid Begê Cibrî,Yusuf Ziya,û bi giştî şehîdên Kurdistanê xwedî derkevin.

Brano verin em yek deng bin, milê xwe bidin hev, zincîrê kolonyalîst û dagirkeran bi çirînin.bi hevre.li ser erdingeriye xwe desthilatdar bin.

Brano verin em êş û janê xwe bi hevre parve bikin sedemê,parçebûne xwe bi bratî nîqaş bikin em di xeletiyê xwede israr nekin,berjevendiyê kesayetî terk bikin.Berjevendiyê Kurd û Kurdistanî li ser her tiştî re bigirin.

Em bi vî reh û rîşalê xwe yî netewî, banga xwe bi rîya çepemeniyê di gihînin partî, tevger, Grup,komel,kesayatên sîyasetmedarê netew û demokrat û alîgirên kurdistanî bi rêz û şanezî ve dawetî civîne Batman ê dikin.

DİROK: 03/05/2015

ROJ: Yekşem

SEET: 12:00

CIH: Sena Düğün Salonu Gap Mah. 2505 Sok. No:10 ÊLIH(BATMAN)

LİJNA INSİYATIFA YEKİTİYE PDK (Lİ BAKUR)

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2525 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:12:00:41
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x