Hêza parastina Êzîdxan heviya fêrmana serokê Barzanî ne.

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê da xuyakirin ku ew heya niha li benda briyara fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne, da ku hêza xwe bi frmî tevli Wezareta Pêşmerge bikin.

10.02.2017, Cum - 23:04

Hêza parastina Êzîdxan heviya fêrmana serokê Barzanî ne.
Haberi Paylaş

Heyder Şeşo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew ji bo tevlibûna Hêza Parastina Êzîdxanê li benda biryara Mesûd Barzanî ne û diyar kir, ku heger ew biryar derkeve, dê hêza wan bibe beşek ji hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge ve.

Şeşo weha got

“Em li hêviya biryara fermî ne. Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê bi gotin biryar daye. Em li hêviya wê yekê ne, kengî biryara fermî ji cenaba wî derkeve. Herwiha ji Wezareta Pêşmerge derkeve. Kengî ev biryar derket, em dikarin bêjin, (Hêza Parastina Êzîdxanê) ketiye ser mîlaka Wezareta Pêşmerge. Heta ku ev biryar bi fermî dernekeve, ez nikarim ku bêjim (hêz) ketiye ser Wezareta Pêşmerge”.Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê amaje bi qonaxa piştî tevlibûna Hêza Parastina Êzîdxanê di nava Wezareta Pêşmerge de jî kir û destnîşan kir, eger ew hêz tevli Wezareta Pêşmerge jî bibe, dê taybetmendiya xwe biparêze û dê her bi heman navî û bi ala Êzidxanê bixebite.

Şeşo li ser vê yekê wiha axivî:

“Eger sibe jî ev biryar drkeve, dê hêz her weke Hêza Parastina Êzidxanê, hêz dê her bimîne bi navê êzidatiyê û bi ala êzidxanê. Eger her mercek jî li ser vê mijarê hebe, em qebûl nakin”.

Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê herwiha ragihand, ku di hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Barzanî da xuyakirin, ku ti nakokî û mercek li ser tevlibûna Hêza Parastina Êzidxanê di nava Wezareta Pêşmerge de nîn

Rudaw
Bu haber toplam: 1676 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:09:14:35
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x