T-KDP: Gün, Demokrat Kürdlerin birlik günüdür!

T-KDP sözcüsü Rojhat Amedi, T-KDP ile KADEP birleşmesine ilişkin açıklamalarda bulundu.

02.06.2016, Per - 19:59

T-KDP: Gün, Demokrat Kürdlerin birlik günüdür!
Haberi Paylaş

Rojhat Amedi imzalı Kürtçe olarak basına yapılan açıklama da, Özellikle Kuzey Kürdistan\'da yaşanan çatışmalı ortamın ortasında kalarak yaşamları alt-üst olan Kürd halkının, Kürdler arası birliğe her zamankinden daha fazla ihiyaç duyulduğu önemle vurgulandı.

Kürtçe olarak Komuoyuna başlıklı açıklama da şu ifadelere yer veriliyor.

Roj roja yekgirtina demokratên Kurd e!

Di 27ê meha gulanê de, di pêvajoya yekgirtina xeta neteweyî-demokratîk de pêngavek pîroz û watedar hate avêtin:

Di qada xebata legal de Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye û Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) yekîtiya xwe ragihandin.

Herweha çendîn alî û insiyatifên din jî ku dixwazin di qada legal de cîhê xwe bigirin beşdarî vê yekîtiyê bûn.

Raya giştî ya Kurd, li her çar aliyên welatê me û bi taybetî raya giştî ya Bakur, eleqe û nêzîkahiyek germ nîşanî yekîtiya me da.

Em, li vir spasiyên xwe digihînin hemû ew aliyên ku beşdarî û piştgirî dan me.

Bakurê Kurdistanê ji demek gelek zîz û trajedîk re derbas dibe. Şerê qirêj ê li coxrafya Kurdistanê tê rêvebirin bûye egera qetilkirina ciwanên Kurd, kuştina bi sedan xelkê siwil – di nav de hejmarek zêde jin û zarokên Kurd. Bi sedhezaran hevwelatiyên me neçar man cîh û warên xwe terkbikin û koçber bûn.

Xeta neteweyî-demokratîk a Kurd hêviya gelê me ye. Cemawerê Kurdistanê baş dizane ku pêşerojek hêvîdar û ewle, di xûrtbûna demokratên Kurdistanê de dikare were pêş.

Erk ek li ser milê demokratên Kurdistanê ye ku hêviya gelê xwe bicîh bînin, yekîtiya xwe xurttir û bihêztir bikin. Wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye, em amadeyiya xwe ji raya giştî ya Kurd re diyar dikin ku em daxwazgîr ên: xeta neteweyî – demokratîk ên Kurdistanê ne û çi bikeve ser milên me jî – em bi vî barî rabin.

Yekgirtina rêxistinên demokratîk – neteweyî – siwîl dê hêviyên gelê me bîne cîh. Tenê ev yek dikare: ev ewrên reş û xerabkar ku bi ser serê gelê me de hatine sepandin, têk bibe. Umîda ronahî, azadî, aştî û ewleyiyê li ser xaka welatê me biçîne.

Roj roja destdan û yekgirtina demokratên Kurd e!

31 Gulan 2016

Rojhat Amedî

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye

Nerina Azad
Bu haber toplam: 7112 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:03:18:00
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x