PDK-Bakur li ser rizgarkirina Kobanî daxuyanîyek belav kir û li vî daxuyanîyê serkeftina Kobanî pîroz kir.
Yekrêziya Kurdan misogeriya Serkeftinê ye!
Bajarê Kobanî îro ji teroristên Daişê hat rizgar kirin.
Em bi vê xeberê gelekî şad û bextewer in, serbilind in, şanazî bi hêzên pêşmerge û hemî şervanên Kurdistanê dikin.
Hêj zêdetirî 360 gund û mezrayên Kurdan di bin lingê teroristan de dinalin. Em hêvî dikin û pê bawer in, dê di demeki musaît de, hemî deverên Kurd lê niştecîh in, inşalalh bê zerarên canî werin rizgar kirin. Dê wisa jî bibe. Hêzên pêşmerge û şervanên Kurdistanê dê wê mizgîniyê jî bigihînin xelkê Kurdistanê.
Di hêrîşên teroristên Daişiyan de xelkê me yê Kobanîyê zerar û ziyanên mezin dît, di rewşeke dijwar de berxwe didin, daku bikarin jiyana xwe bidomînin. Bi taybetî xelkê me yê belengaz nikare debara xwe bike. Hêvîdar in demekî nêzîk de gund û mezra jî werin rizgar kirin û xelkê me bikare vegere ser axa xwe.
Bi rizgar kirina bajarê Kobaniyê, derbeka mezin hat lêdan bo têkdana plana dijminanan, Kobaniya azad destpêka serkeftinên mezin e.
Destkeftina herî mezin li Kobaniyê wekî şervanekî gotibû; hêzên Kurdî nêzîkî hevdu bûn, bûne yek! Serkeftina herî mezin ev e. Hêvîdar in ev yekbûn û yekrêzî her berdewam be û di asta siyasî û îdarî de jî bi serkeve.
Bijî serkevtina hêzên pêşmerge û şervanên YPG/YPJê!
Berdewamî û pêdeçûn bo bihêz kirina yekrêziya hêzên Kurd û Kurdistanî!
Her tişt bo doza Kurd û Kurdistanê!
PDK-Bakur Buroya Ragihandinê
26.01.2015