Ji Bo Çapemenî û Raya Giştî

Rêkxistin û Partîyên Kurdistanî ji bo salvegera serhildana Şêx Seîd li Amedê daxuyanî dan û piştî hutbê li qada Derêçiyê çalakî li dar xistin<br/><br/> Şêx Seîd û hevrê yên wî 29 ê Hezîrana 1925 ê hatine dardekirin. Şêx Seîd yek ji tevge.

27.06.2014, Cum - 18:16

Ji Bo Çapemenî û Raya Giştî
Haberi Paylaş
Rêkxistin û Partîyên Kurdistanî ji bo salvegera serhildana Şêx Seîd li Amedê daxuyanî dan û piştî hutbê li qada Derêçiyê çalakî li dar xistin

Şêx Seîd û hevrê yên wî 29 ê Hezîrana 1925 ê hatine dardekirin. Şêx Seîd yek ji tevgerên herî girîng ên Rizgarîxwaz ên Netewî yên Bakurê Kurdistanê birêvebir, pêşengiya wê kir. Şêx Seîd di nava gel da pişgiriyeke mezin stend û di nava tevgera rizgarîxwaz de hejmarek gelek ji xelkê cî girt.

Êdî ew tevger bi navê Şêx Seîd hate lêv kirin û yadkirin. Gelê Kurd di dîroka xwe de tu caran ne ketiye bin nîrê neteweke din û hêsîr bûnê qebûl nekiriye. Sala 1925 ê anku nerî niha 89 salan ji bo mafên xwe yên netewî xelekek din li ser zîncîreyên berxwedana mafê xwe zêde kiriye û li himber zilma li Kurdistanê têkoşîna serhildana xwe da destpêkirin. Ew tevger di demeke kurt da belav bû û piştgiriyeke mezin ji xelkê Kurdistanê dît li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê bi dest xist û hêvî yên rizgarî ya netewî şîn kir.

Mixabin ji ber êrîşên dijwar ên hêzên Dewleta Tirkîye tevger têk çû, bi hezaran Kurd hatine kuştin, qetl kirin. Şêx Seîd û dehan rêberên tevgerê li vê qadê hatin dardekirin.

Ew dîrok di heman demê de dîroka destpêka surgunkirina kurdane. Her dîsan tevgera Şêx Seîd ji aliyê Kurdan ve bû destpêka çerxa êş û qetkirin û surgunkirinan heta îro jî berdawame.

Ev pêvajoya nû dibe destpêkek bo nûve nvîsîna dîroka gelê Kurdistanê û bi dest xistina mafê yê rewa. Êdî çerxeke nû destpêdike. Bi hêvîyeke mezin û bi biryarî em ê hewl û têkoşînê bidin ku ev çerxê nû ji bo gelê Kurd bibe dahatûya azadiyê.

Bi van hestan, di şahadeta 89 emîn saliya Şêx Seîd û hevrê yên wî de wan bi bîr tinin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Em dixwazin îtîbara Şêx Seîd, Seyît Riza û Seîdê Kurdî paşve bê zîvirindan û cihê qebrên wan bên eşkere kirin.

Partiya Maf û Azadiyan ( HAK-PAR )
Tevgera Partiya Demokrata Netewî Kurdistan ( PDNK - UDP)
Partiya Azadî û Sosyalîzmê ( ÖSP )

Partiya Demokrasiye Beşdar ( KADEP )
Hewildana Partiya Kurdistanî ( HPK - KPG )
Grûbên Diyaloga Dîcle û Firat

Partiya Demokrata Kurdistan Turkiye (PDK-T)

Însîyatîfa Azadî

Tevgera Îslamî ya Gel

Med-Zehra
Nerina Azad
Bu haber toplam: 7738 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:11:08:15
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x