Komisyona insiyatîfe yekîtiye PDK li bakur di civîne 01-04-2015 de li midyadê ji 120 beşdaran re soz û peymanek ‘da ji bo yekîtiye PDK yî yên li bakur û yekîtiye xeta netew û demokrat çi grup çi partî çi şaxsiyet bê, vê hevdîtinên aciziye alîgirên xeta netew û demokrat bi vanre niqaş bikê û ji bona çaresriye yekîtiyê hevkarî û hevpariyê bi vanre gûftû go bikê û kar û xabatên xwe her tim bi raya giştî re em parve bikin.’’ Bi vê mabestê em bi civîn û daxuyaniyê xwe bi raya giştî re parvedikin’’Di derhaqa xabat û hevdîtinên bi serokê PDK-bakur brêz Sertaç Bucak û serokê PDK-T brêz M.Emin Kardeş û serokê KADEP ê brêz Lütfü Baksî, grup, tevger, kesayetên xwedî qanaat û siyasetmedarên kurd re berdevkê komisyona insiyatîfe yekîtiyê Ahmet Acar di civînê de berfireh bi beşdaran re parvekir û sedem û pirsgirêkên perçe bûne PDK a li bakurê Kurdistanê û bê rêxistinî bûne xeta netew û demokrat anî ziman.
Di civînê de gelek siyasetmedarên beşdar û berprisên partiyên rojavayê Kurdistanê li ser pêwistî û pêdiviye yekîtiye xeta netew û demokrat fikr û ramanên xwe li ser sedem û pirsgirêkên perçe bûne PDK yî yên li bakur û bi giştî li ser pêdiviye yekîtiye xeta netew û hêviyê xwe û piştgiriye xabata komisyona insiyatîfe yekîtiyê anîn ziman.
Komisyona insiyatîfe yekîtiyê di wan 3 heyva ‘de bê nawber xabata xwe bi civîn û danû standine berdewam kir û gelek gavên erenî hatin avêtin.Piştgirî ye alÎgiran li her bajarî û navçeyê bakurê kurdistanê û berfirehkirne xabata xwe bi vê civînê da diyar kirin
Di civîne Qoserê ‘de yekîtiye PDK yî yên li bakur û xeta netew û demokrat berfireh hate nîqaşkirin,bi aramî û erenî piştgiriye xabata komisyona insiyatîfe yekîtiyê hate kirin û berdawamiye xabatê ji komisyona insiyatîfe yekîtiyê hate kirin.Di vê civînê de 24 şaxiyetên siyasetmedar û xwedî qanaat fermî di nawa komisyona insiyatîfe yekîtiyê de cih girtin û bi dilozî xwe ji xabate yekîtiyê re amede kirin.Komisyona insiyatîfe yekîtiyê hate berfireh kirin.
Di civînê de hinek beşdaran pirsa serokê PDK-bakur brêz Sertaç Bucak û serokê PDK-T brêz M.Emin Kardeş kirin û sedemên ne hatina wan pirs kirin. Serokê birêvebirine civînê Şerefxan Cizîrî û berdevekê komisyonê Ahmet Acar dane diyarkirin ku ev hatin davetkirin. Lê mixabin ev kes beşdarî civînê nebûn.
Em komisyona insiyatîfe yekîtiyê gelek spasî û rêzên xwe yek bi yek ji beşdaran re dişinin û mêhwanên hêja yê berpirsên partiyên rojavayê kurdistanê re rêzên xwe diyar dikin û spasiya wan jî yek bi yek dikin.07-04-2015
Ahmet ACAR
Berdevkê komisyona insiyatîfe yekîtiye PDK (li bakurê Kurdistan)
MÊWAN Û BAŞDARÊN SİYASETMEDAR Û BERPİRSÊN PARTÎYE
1-Smaîl Xelo Partî Demokratî Pêşverû Kurdî Suriye.
2-Salar Hopo PDK-S Surî
3-Lokman Ahmed Partiye Yekîtiye Kurdê Surî
4-Saîd Şahîn Şepêla Pêşeroj ya Surî
5- Bedran Acar Serokê PAK ê yê navçeye Qoserê
6- Vahap Ertaş Serokê HAK-PAR ê yê navçeye Qoserê
7- Cuwan Roj Ceyhan Serokê KADEP ê yê şaxa Amedê
8-Kasım Buğurcu berpirsê PDK-bakur yê navçeye Qoserê
9-Hüseyîn Duru Damazrenerê KADEP ê
10-Alî Şahîn Cigirê serokê şaredariye Midyadê
11- Serhat mêrdînî Serokê Tewgere Cuwanên Kurdistan
12-Muhyettîn Batmanlî Fırat Dicle Diyalog Grubu
13-İbrahîm Güçlü Siyasetmedar
14-Tahsîn Sever Siyasetmedar
15-Behlül Yavuz Siyasetmedar
16-İzzettîn Gök Siyasetmedar
17-Halîl Bozan Şahin Siyasetmedar
18 M.Sait karabulut Siyasetmedar û serokê şaredariye beşîriyê yê kevn
19-Dr Adnan Gülüoğlu Siyasetmedar
PEYXAMÊ PİROZBAHİYÊ
1-Dr. Sherkoh ABBAS - Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdistan-Sûrî (KURDNAS , EMERÎKA)
2-Dr. Cuwan HEQİ – Endamê Komîteya Rexistinî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdistan-Sûrî (KURDNAS- SWED)
3- Can Kurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdistan-Sûrî (KURDNAS- ALMANYA)
4- Encûmena Niştimanî ya Kurdistan-Sûrî (KURDNAS- CANADA)