PDK-S: Derkirina endamên me tolhildaneke siyasî ye

Berpirsê kargêrî yê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl, derkirina endamê serkirdatiya partiya wan Hacî Kalo ji aliyê asayişa Dêrikê ve şermezar kir û wek “tolhildaneke siyasî” bi nav kir.\n\nÎro sibehê endamê serk.

18.04.2014, Cum - 07:36

PDK-S: Derkirina endamên me tolhildaneke siyasî ye
Haberi Paylaş
Berpirsê kargêrî yê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl, derkirina endamê serkirdatiya partiya wan Hacî Kalo ji aliyê asayişa Dêrikê ve şermezar kir û wek “tolhildaneke siyasî” bi nav kir.

Îro sibehê endamê serkirdatiya PDK-Sê Hacî Kalo piştî ku 3 rojan di zindana mezin a bajar Dêrikê ya asayişê de girtîbû, hat azadkirin.

Kalo ji Rûdawê re got ku ew ji aliyê asayişa PYDê ve bi zorê ji Rojavayê Kurdistanê hat derxistin.

Mihemed Îsmaîl derbarê vê yekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Ew karê ku PYDê dike ji aliyê hemû kesekî ve tê şermezarkirin û bi ti awayekî xizmeta yekîtiya gelê Kurd nake, ji ber ku bi ti awayekî nabê kesek ji cih û war û ji nav malbata xwe ve bi zorê bê derxistin”.

Îsmaîl herwiha got “Derkirina endamên me ji aliyê PYDê ve tolhildaneke siyasî ye û gaveke gellekî metirsîdar e, ev yek jî ji ber helwesta partiya me ya neteweyî û niştimanî. Em vê yekê bi ti awayekî qebûl nakin”.

Hacî Kalo ji diyar kir ku “di dema lêkolînan de, asayişa PYDê li ser sedema kolandina xendeqê jê dipirsîn û digotin ji ber çi heta niha PDK-Sê kolandina wê xendeqê şermezar nekiriye”.

Li ser vê yekê, berprisê kargêrî yê polîtbîroya PDK-Sê got ku “PYDê, deriyê Sêmalka ku deriyeke fermî ye û xelk hatin û çûnê tê de dikin û alîkariyên mirovahî di rêya wê re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, bi aşkere digire, lê ew li dijî kolandina xendeqekê ye ku armanca wê rêgirtine li karê qaçaxçîtiyê”.

Derbarê xendeqê de û ji ber çi heta niha PDK-S bi fermî daxuaniyek dernexistiye, Mihemed Îsmaîl got “Kolandina xendeqê biryareke girêdayî Herêma Kurdistanê ye û em nikarin ji wan re bêjin ji ber çi hûn xendeqê li ser sînorê xwe dikolin û mafê PYDê jî tine ye ku bêje çima dikole, ji ber ku dema PYDê mexferan li ser sînor bi cih dike û sînor digire, Herêma Kurdistanê jê re nabêje ji ber çi te wiha kiriye”.

Rudaw
Bu haber toplam: 33527 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:11:02:59
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x