Riza Topal Hulmanî Koça Dawî kir!

10.02.2025, Pts - 07:34

Riza Topal Hulmanî Koça Dawî kir!
Nuçe Belav bike

 

Roja ku ez û Hunermend û rewşenbîrê hêja Riza Topal-Hulmanî rû bi rûyî hev bûn, ji çavên R. T. Hulmanî jîrîtî, şarezatî, nefspiçûktî difûrîya. Ew wek şarezayekî fîlozofîya resen a çanda Kurdewarî, dixwest hemû têgihiştîn û şarezatîya xwe bi min re parve bike.

Di wî emrê xwe yê pêşketî de wek darek gûza hezar salî a çîyayên Kurdistanê, bi ked û ber, jînde, ji taqet ketî, lê zindî li ber min bû. Min ne dixwest ku gotina wî qut bikim. Ji ber ku wek birçîyê sohbetê, êrîşî sofra sohbetê dikir.

Hunermendî, karekî wilo ye ku bingeha xwedîtîyê, rexnê, pesin û danasînê jê re ava nebe, bipêşde nakeve. Eger miletek xwedî li hunerê afirandinê dernekeve, nebe piştgir, dewlemendên wî miletî huner nexin bin parastina xwe û xwedî nekin, Entelektuel û rewşenbîr, berhemên hunerî rexne nekin, milet nikare hunerê nîgarî bi hestekî hevpar biparêze, bipêş de bibe. Hebûna estetîkê bi van hestan ve girêdayî ye. Min ev divêtîyên ku divabû bên kirin, yek bi yek di gotin û awirên R. T. Hunmanî de dît.

Di xanîyekî piçûk de ji terefê entellektuel, rewşenbîr û miletê xwe de hatibû jibîr kirin.

Di nav bi hezaran tablo û pitûkan de radibû û radiza. Bêhna rengan, bêhna dîrokê û bêhna bi dehan salan ji mala R. T. Hulmanî difûrîya ser çavên min. Dema çavê min li her tabloyek cenabê wî diket, rengek, çîyayek, çîrokek, an jî filozofek, dîroknasek şarezayek resen wek Şerefxanê Bidlîsî, Ahmedê Xanî, Melayê Cizî diket bîra min.

R. T. Hulmanî di destpêka salên 1960î de tayîna xwe dixwaze Çolemêrgê. Zivistan û xwezaya Çolemêrgê, çand û hunerê herêma Çolemêrgê, reng û jîyana Eşîr û malbatên miletê Kurd û bi taybet yên li Çolemêrgê, ew kişandîye nav tayên xwe, yên dîrokî.

Bi zanistî, li gor xwestina wî, tayîna xwe derdixîne vî cîh û warê reng, filozofî û şopa çand û hunerê kuraya Zagrosan û mezopotamya. 10 salan bê rawest li vir ji hêla huner de, ji hêla çand, reng û pîsporîya jîyana miletê Kurd e dikemile. Wexta ku rû bi rûyî wî bûm, min ev yek bi yek di çavên wî, di gotinên wî de, di hunerê wî de dît. Di fabil û sonetên xwe de ew şarezaya wêjeya devkî a çanda miletê Kurd honadîye.

Riza Topal-Hulmanî, taybet, bi pîsporîyek rengan xwe digihîne teknîka xwe, ya ku ew kişif dike û bikartîne. Ji bo ku ew îfade ya hunerê xwe avabike, hemû rengên bi hêz dikuje û dike qurban. Carek din ji van rengên mirî ruh dide fîgurên xwe û ev fîgur, yek bi yek berbiçav, honandî, bi rengên dinav mijê re carek din derdikevin ber me. Ew rengên beloq bipaşde dimînin û Riza Topal-Hulmanî, di hunerê xwe de metoda xwe, armanca xwe derdixe pêş. Di virde em dibînin ku hunermendê me, kesekî taybet, xwedî xet û pîsporê karê xwe ye. Bi vê lîstik a bi rengan re em dibin şahidê pîsporekî lehengîya rengan, a çand û terzê kurdewarî yê resene jî.

Di hunertî û şarezatîya li cem R. T. Hulmanî de tirs tine ye. Ji ber wê jî çawa bixwaze, bi a dilê xwe kirîye û sînor nasnekirîye. Ev jî, deng û rengên çîyayên Kurdistanê, bilûra şivanên êlên koçeran û ji jîyana Kurdan derxistîye ber me.

R. T. Hulmanî, di talîya salên 1960î de têt Elmanya. Li bajarê Munchenê bicîh dibe û li gel Rudî Troger dest bi xwendinê dike. Li vir Enstîtuya şêwekarî kuta dike. Di ber re jî xebatên xwe dimeşîne. Kesayetîyên wek Gisela Barche, Doris Schmidt û hunermendê kurd Serhat Bapîr dikişîne. Li ser huner û xebatên R. T. Hulmanî şîrovên wan derdikevin. Rojnameya Suddeutsche Zeitung pir caran li ser dinivîsîne.

R. T. Hulmanî, serbilindîyek miletê Kurd e. Mixabin Kurd, rewşenbîrên kurdan, wêjehezên kurdan xwedî li vê serbilindîya millî, serveta milî derneketine û ji vê serbilindîyê bêpar in. Miletê Kurd, ji huner, wêje û îcadên Riza Topal yên sedsala borî û sedsala tê de mahrûm mane. Ev jî belengazîya rewşenbîr, wêjesaz, zana, entelektuel û sîyasetmedarên kurdan e.

Ma Kurd bi hestên milî xwedî li kîjan hêjayên xwe derketine, ku xwedî li Riza Topal-Hulmanî derkevin?

R. T. Hulmanî, bi hunerê xwe û bi pênûsa xwe bûye dengê miletê Kurd. Terzê jîyan, perwerde û çanda miletê xwe bi hêza huner û nivîsê derxistîye holê. Li ser Riza Topal-Hulmanî, şopa çanda Mîrên Botan, berhemên kilasîk wek Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bibandor xwîya dike. Ev şop jî di wêjaya helbestên wî de pir zelal derdikeve ber me.

Riza Topal-Hulmanî, wênesazekî ku ji terefê civata xwe de hatîye jibîrkirî ye. Hatîye îhmalkirin. Rewşenbîr, entelektuel û wêjeya Kurdî, Riza Topal bi saxî avêtîne gorê. Ev demek dirêje ku li ser xebatên R. T. Hulmanî dirawestim. Heta niha min 6 nivîs li ser R. T. Hulmanî derxistine. Min ji xwe fedî kir ku çima ez berê rastî wêje, helbest û xebatên wî nehatime.

Mixabin di 6ê Sibat a 2025 ande ev dilê mezin, keda mezin a dîrokî, 91 salî wenda kir. Dîrokek zînde ji nav me barkir û çû ser dilovanîya xwe. Ew kesayetîyê mezin ku, ew çîyayên hişk û bi xof yên Kurdistanê, bi realîzmek nerm derdixist ber me, me ew wenda kir. Me hostê wî hunerê ku ji çîyayên Zagrosê wek bayekî hênik li sînga me dixist û ji dûr ve dibû dengê bilûra şivanên Kurdistanê, reng û penga xwezaya Kurdistanê, cil û bergên Kurdistanê, jîyana eşîr û Mîrên Kurdistanê, bi tena serê xwe kuça xwe bar kir.

R. T. Hulmanî, gernasekî huner û wêjeya zimanê Kurdî a kilasîk bû. Em Kurd, deyndarê keda Riza Topal Hulmanî ne.

Apê Roza me efû bike!

 

Vî nûçeyê tevayî: 2082 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:32:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x