Ji bona berjewendîyên milî û niştimanî, bi hev re xebat, an yekitîyek sîyasî?
50 sale, li bakurê Kurdistanê û bi gelemperî jî bona seranserê Kurdistanê bahsa “yekitîyek sîyasî” têt kirin! Li ser yekitîya Hêz û partîyan, avakirina “ênîya netewî”, wek yekitîyek sîyasî hatîye parastin.
Di vê armancê de Kongre û konferans hatine sazkirin!
Mixabin yek ji van berhem nedaye. Ji ber ku ne li ser esasên netewî û niştimanî, li ser armanca berjewendîyên partîyan û rêxistinan dihat meşandin, encam nedida.
Di eslê xwe de ev armancên îdeolojîk û daxwazên sîyasî û doza miletekî, ku ji terefê çar dewletan ve; xaka wî hatîye parvekirin-perçekirin û dagirkirin, hebûna wî hatîye înkarkirin hevûdû nedigirt.
Doza milli-niştimanî, li ser daxwaz û esasên milî-niştimanî têt avakirin. Ev jî teqabûlî daxwazên milî yên miletê Kurd û pêkhateyên li ser axa Kurdistanê dike. Ji bona berjewendîyên miletê Kurd, bi hev re xebat, di astek ji bona bihev re avakirina pêkwejîyanek demokratîk pêwîst e.
Miletê bingehîn li ser axa Kurdistanê miletê Kurd e. Bingeha programa netewî; li ser bidestxistina mafên netewî-demokratîk û li ser xaka Kurdistanê jikenandina nîrên dagirkarî têt avakirin.
Tevgera milî a Kurd, ticarî li ser vê nexşa Kurdistanê, her beş bi beşên din re di têkilîyê de, li ser beşên xwe sazîyên milî ava nekirine û ev ji xwe re nekirine armanc jî. (Ez Başûrê Kurdistanê ji dervê vê tesbîtê dihêlim. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê statûyek fermî a federalî, di asta destûra İraqê de heye û niha xwedî dezgehên milî ne) Li herçar beşên Kurdistanê partî û rêxistin hatine avakirin,ev hemû partî û rêxistin, bi armanca xwedîyê dewletê û bidestxistina îktîdarê hatine dîzaîn kirin. Ev jî ji programa milî û niştimanî bêtir, bûye sebebê rekabetek partîzanî. Vê jî pir zerar daye hişmendîya milî û doza milî a Kurdistantanê.
Li her beşê Kurdistanê, divê miletê Kurd, li angora şert û mercên beşê xwe, xwe wek miletekî bihone. Ev tê wateya ji bona berjewendîyên milî û niştimanî, divê hemû hêz, grûb û pêkhateyên li Kurdistanê bi hev re, ji bona rizgarkirina beşê xwe û destkevtinên xwe, bihev re bixebite. Bi hev re xebat, di vê astê de divê esas bêt kirin. Ne mecbûrin bibin yek.
Di navbera xwe û tevgerên miletên serdest yên çep, îslamîst, demokrat de bêşiq, divê bi mesafe be.
Divê bi ti mercî û bi ti sebebê, rê nedin tevgerên miletên serdest, ku bi îradeya miletê Kurd bilîze û têxe bin bandora xwe.
Heger tevgerên miletê serdest, yên çepgir, îslamîst, demokrat, tevgerên mafê jinê, mafê mirovan bixwazin ji têkoşîna Kurd û Kurdistanê re bibin alîkar, divê vê xebata xwe, ne di nav tevgera Kurdistanê de, di nav miletên xwe de bimeşînin.
Îro derfetek derketîye ber miletê Kurd!
Divê em dev ji yekitîyê berdin: Divê em bingeha bihev re xebatê ava bikin. Ji bona daxwazên miletê Kurd li ser xaka Kurdistanê bihev re xebat girîng e. Miletê Kurd yeke û Kurdistan jî yeke. Wexta ku şupha me hebe ku, Kurd ne miletek hevgirtî, xwedî hişmendîyek milî û niştimanî ye, wê wextê em dikarin bahsa ‘‘yekitîya kurdan“ bikin. Lê miletê Kurd bi hemî zarava, ol û dewlemendîya xwe a dîrokî, xwedî hişmendîyek milî ye. Di virde a girîng eve ku, em di vê dema egera bidesxistina deskevtinan de, bikaribin bi hev re bixebitin û derfetên ku di herêmê de derdikevin, ji bona miletê xwe, welatê xwe bikaribin bikar bînin.
Îro li Başûrê Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî derketîye ber me. Dîktatorîya BAASê hilweşîya û Sûrîye di destê hêzek defakto de ye. Îktîdarek defakto li Şamê, lê pêşeroja wê ne dîyare.
Kurd li ser beşek ji axa xwe xwedî bingehek defakto ne. Hêzek çakdar, ku pirbiçeke didestê wan de heye. Du hêlên erênî yên vî beşî hene:
1-bingehek Leşkerî heye ku bi Emerîka û hêzêh Hevpeymanan re di hevkarîyekê de ne.
2-Hêzek sîyasî, mixabin hîn ji bona armancên milî û niştimanî bingeha bi hev re xebatê ji xwe re ava nekirine. Lê ev xebat roj bi roj nêzî hev dibin, ku bikaribin ji bona bikaranîna derfetan bihev re bixebin.
PYD û YPG bi metodek emirwaqî ev beş girt destê xwe û hemû hêzên din ji nav axa Kurdistanê derxist. Pêşî li wan girt û nehişt ku ew jî erkên xwe bînin cîh. Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ku Kurd bikaribin kongreyek netewî derxin holê, wê bikaribin van derfetan ji bona berjewendîyên milî û niştimanî bikar bînin.
Divê em teqez bikin; yên ku li ser axa Kurdistanê çek didestê wan de ne, nayê mana ku mafê wan ji yên din zêdetir e. Kurdistan xaka miletê Kurd û pêkhateyên ku li ser axa Kurdistanê, bi kurdan re dijîn e. Kurdistan a her Kurdî ye û mafê her Kurdî, kesayetîyê Kurdistanî li ser wê axê heye.
Divê ji bona vî mafê milî û niştimanî em bikaribin bihev re bixebitin. Em ne mecbûrin bibin yek.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.