Îro piştî borîna nêzîkî sê heyvan li ser rûxandina rêjîma Be'is ya Sûriyê,ku hêjî ti pêşketinek berçav di rewşa Sûriyê de nehatiye pêkanîn, herwiha hîç asoyek ji bo siberoja Sûriyê zelal nebûye, zêdebarî ku her diçe rewş ber bi xirabiyê û korerêk û tunêlên tarî diçe, ji bilî çend axaftin û qeseyên xweş yên berpirsyarên deshilata demkî ku ew jî bi tenê dikevin çarçoveyê axaftin û daxuyaniyan de, lê li ser erdê ti wergêranek rastrast ji wan axaftinên re nehatiye cihkirin; wek tê gotin (gotinên êvara dikevin qulên dîwara), berovajî ku bûyerên li ser erdê diqewmin wisa diyar dibe ku desthilata nû kar ji bo zêdekirina aloziyan dike ne ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên qeyrana Sûriyê, nemaze ku gelek pirsgirêk û kêşe li pêşiya rêveberiya nû ya Sûriyê hene, û belkî herî zêdetir pirsa çareserkirina pirsa kurdî û çareserkirina pirsgirêkên pêkhatiyên neteweyî û kêmatiyên olî be.
Ku îro tevî kêfxweşiya xelkê Sûriyê bi rûxandina rêjîma Be'is, lê herwisa tirsek mezin heye di nav xelkê de, ji ber girêdana desthildarên nû bi rêxistinên terorîst û tundrê re, nemaze ku desthilata nû heta niha hîç awirek raseteqîn nedaye bo çareserkirina pirsgirêkên serekî û xweşkirina barê jiyan û pêşkêşkirina xizmetgozariyê pêdivî bo xelkê Sûriyê, zêdebarî ku niha hizrên nijadprêsî û projeyên dijekurd têne xudankirin bi taybetî ji aliyê grop û rêxstinên girêdayî Exwan Mislimîn û Tirkiyê ve, tevî ku desthilata nû ya demkî di serî de pitir xemê dixwe li ser mijqrên sepandina desthilata xwe û man û berdewamiya xwe li ser kursiyê desthilata û herwiha derbarî çaresernekirina pirsa neteweyî ya kurdî jî bi awayekî berbiçav xuyaa dike ku zihniyeta wê gelekî dûr ji zihniyeta desthilata Be'is nîne, bi kurtî em dikarin di xwendina çend (kiryaran) de, dîmenên siyaseta destpêkî ya desthilata Sûriyê ya demkî berçav bikin:
1: di Roja 29.01.2025 de, di civîneke (leşkerî) de bi amadebûna çend rêxistin û gropên çekdarî di nav de hindek rêxistinên terorîst yên tawanbar bi komkujiyan li Efrînê, herwiha bi amadenebûna nûnerên kurd û Dirzî û Elewî û Kirstiyan ..., bi awayekî dûr ji prnsîp û alavên demikrasiyê û dûr ji biryarên Neteweyên Yekgirtî NU, Ehmed Elşerih wek serokkomarê Sûriyê bo qonaxa veguhêz hat destnîşankirin.
2- Damezrandina Artêşa Sûriyê ya nû bê beşdariya HSD, û dabeşkirina pile û postan li ser serkirdeyên çend rêxistinên çekdarî di nav de çend serkirdeyên biyanî (ne sûrî) tevlî serkirdeyên çend rêxistinên tawanbar bi komkujiyan li dijî Gelê kurd li Efrîn û Serêkaniyê û di serî de wekî tawanbar Mihmed ElCasim yê naskirî bi (Ebû E'mşe) û gelek tawankarên dîtir yên wekî (Himzat) ku dest hene di pêkanîna bi dehan komkujî û tawanên dijemirov li Efrînê û Serêkaniyê û Girêspî ... .
Ku bi tevlîbûna gunahbar û tawankarên tawanên şer û djemirov di nav artêşê û hikumetê de, piştrast dike ku desthilata nû wê bi awayekî bihêz li dijî dadwerî û herwiha li dijî serweriya dadweriyê bixebite.
3- Şêweyê damezrandina (Komîteya Amadekar ji bo Konferansê Diyaloga Niştimanî" li Sûriyê di 11.02.2025 de, ku ji heft kesan hat ragihandin û têde hîç nûnerekî kurd yan ji neteweyên dîtir yên cuda (ne ereb) nîne, bi tenê ji yekî rengê neteweyî hate pêkanîn bê liberçavgirtina pirrengiya neteweyî û ayînî û olî di Sûriyê de, tevlî daxuyaniya berdevkê Komîteya Amadekar; Hesen El-Dagim, ku: ti kes bo konferans nayê vexwendin li ser bingehên ayînî, yan neteweyî mezhebî û hizbî".
Ku ev daxuyanî bi xwe redkirina mafên Gelê Kurd li Sûriyê ye, herwiha ku hemû biryarên derkevin ji konfrenas dê bikevin di berjewendiya neteweya Erebî de û li dijî hebûna miletê kurd û li dij pirrengiya olî û civakî û netewyî de.
Ji berçavkirina van xalan diyar dibe ku zihniyeta desthilata nû ya (Islama siyasî) dûr nîne ji zihniyeta desthilata berê (Şovenîzma Erebî) yan heman zihniyet e bi taybetî derbarî pirsa kurdî, lewra tê pêşbînîkirin berdewamiya kêşe û aloziyan wekî berê belkî bi awayekî dijwartir nemaze ku siyaseta dijminatiya Gelê Kurd ji aliyê Tirkiyê ve tê xudankirin û îro destê wê ji berê dirêjtir bûye di karubarên Sûriyê de.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.