Li gorî daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê, Kurilla û Halevi 19ê Sibatê li bajarê Tampayê ya eyaleta Floridayê ya Amerîkayê li baregeha CENTCOMê hatine ba hev.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan li ser hevkariya "kûr û mayînde" ya parastinê ya di navbera her du welatan de guftûgo kiriye.
Kurilla û Halevi her wiha rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn nirxandiye û bi taybetî jî li ser rawestandina pevçûnên li Libnanê, agirbesta li Xezeyê û Hûsiyên li Yemenê axivîne.
Divê were gotin ku Kurilla û Halevi herî dawî 7ê Sibatê li Îsraîlê jî li hev civiyabûn.