Buldan: Nerîna Serok Barzanî li ser piroseya aştiyê gelek giring e

Endameke Şanda Dem Partiyê ji bo Zindanan Îmraliyê ragehand ku, civîna wan a bi Serok Barzanî re û wergirtia nerînên wî li ser piroseya aştiyê gelek giring e, herwesa ew nerîn û pêşniyarên Serok Barzanî li ser wê piroseyê bi hikmet werdigirin û paştir digehînin Ocalan.

15 Sibat 2025 - 09:50
15 Sibat 2025 - 09:50
 0  240
Buldan: Nerîna Serok Barzanî li ser piroseya aştiyê gelek giring e

Endama Şanda Dem Partiyê ji bo Zindana Îmraliyê Perwîn Buldan duh (În, 14.02.2025) ji ajansa K24ê re got, “Em serdaneke gelek giring ji bo Hewlêrê dikin û em li roja Yekşemê bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re dicivin.”

Perwîn Buldan herwesa got, “Em dê di wan civînan de danûstandinan li ser piroseya nû ya aştiyê bikin, piştî ku me du caran bi Ocalan re danûstandin kirine û me ji wî re ragehandiye, ku civîna me bi Serok Barzanî re û wergirtina nerînên wî li ser vê piroseyê gelek giring e.”

Wê Endama Şanda Dem Partiyê ji bo Zindana Îmraliyê amaje jî da, “Em dê di civîna xwe ya li gel Serok Barzanî de nerîn û hizir û pêşniyarên wî yên tevgir li ser piroseya aştiyê bi hikmet werbigirin û dê paştir bigehînin Ocalan.”

Piştî du caran ku Dem Partî bi Ocalan re civiya, Perwîn Buldan li ser rêkxistina serdana sêyê ji bo K24ê eşkere kir, “Heta niha çi jivanek ji bo serdana Zindana Îmraliyê nehatiye danan, herwesa tê çaverêkirin ku gaziyek ji aliyê Ocalan ve hebe, lê çi jivanek ji bo vê gaziyê jî nehatiye diyarkirin.”