PKKyê berî ku şandeya Îmraliyê bê Hewlêrê daxuyanî da
Komîteya Birêvebir a PKKyê ragihand ku “Diyar e ku li gel daxuyaniya Rêber Apo ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike.”

Komîteya Birêvebir a PKKyê ji ber salvegera 26emîn a girtina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan peyameke nivîskî weşand.
Komîteya Birêvebir di peyama xwe de behsa pêvajoya nû û helwesta Abdullah Ocalan jî kiriye.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an û 22yê Kanûna Paşîn a 2025an bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn xebatên xwe didomîne.
Şandeya Îmraliyê dê were Başûrê Kurdistanê û hinek hevdîtinan bike.
DEM Partiyê diyar kir ku Şande dê 16ê Sibatê li Hewlêrê bi Serok Mesûd Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Şande dê roja 17ê Sibatê jî here Silêmaniyê û bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.
Tê gotin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dê derbarê çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bangeke girîng bike.
“Perlaga Îmraliyê ya tecrîd, şkence û qirkirinê têk çûye”
Di peyama PKKyê de wiha hat gotin:
“Em ketin 26emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê û perlaga Îmraliyê ya tecrîd, şkence û qirkirinê.
Komploya Navneteweyî bi her awayî hatiye şikandin û perlaga Îmraliyê ya tecrîd, şkence û qirkirinê têk çûye.
Pir eşkere ye ku di salvegera 26’emîn de dê ronahiyeke dîrokî pêş bikeve ku tarîtî werin derbaskirin û pêşî li azadiyan were vekirin.
Em hêvî dikin û bawer dikin ku dê geşedaneke dîrokî rû bide û ji bo her kesî veguherîneke demokratîk pêk were.”
Komîteya Birêvebir a PKKyê di wê baweriyê de eger aloziyeke cidî û destêwerdaneke derbeyî pêk neyê dê ji aliyê Ocalam ve pêvajoyeke nû were destpêkirin.
“Bila dewlet netirse”
Komîteya Birêvebir a PKKyê amaje bi wê yekê kir ku bi vê pêvajoya nû re dê gelek guherîn çêbin û got:
“Dê PKK û gelê Kurd biguherin, dewleta Komara Tirkiyeyê biguhere, Rojhilata Navîn û hemû cihan biguherin.
Bila dewlet netirse, Rêber Apo û gelê Kurd dê dewletê xirab nekin, dê girêdayî demokrasiyê bi awayekî zelal ji nû ve ava bikin.
Bila civaka Tirkiyeyê netirse, Rêber Apo û gelê Kurd dê Tirkiyeyê perçe nekin, girêdayî azadiya gelê Kurd dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin.
Hewlên Rêber Apo û gelê Kurd ên têkildarî azadî û demokrasiyê, dê ne li Rojhilata Navîn û cîhanê ne li hemberî tu kesî bin, dê ji bo her kesî berjewendiyên demokratîk werin esasgirtin.
“Bê guman her tiş dê bi daxuyaniyekê pêk neyê”
Diyar e ku li gel daxuyaniya Rêber Apo ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike.
Bê guman her tişt dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tişt dê ji aliyê Rêber Apo ve neyê kirin.
Wekî ku pirsgirêk ya me hemûyan e, berpirsiyarî jî ya me hemûyan e.
Divê her kes di vê pêvajoya nû de erk û berpirsiyariyên xwe rast fêm bike, xwedî lê derkeve û di pratîkê de bi cih bîne.”
Komîteya Birêvebir a PKKyê her wiha bangî Kurdan û aliyên demokratîk ên Tirkiyeyê kir û got:
“Rêber Apo ji nêz ve bişopînin û rast fêm bikin û di pêvajoya nû de bi awayekî xurttir xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derkevin.”