Li ser vexwandina Komîteya Amadekar ya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê, doh 20ê Sibatê civîneke diyalogê bo xelkê parêzgeha Hesekê li Şamê hat kirin.
Di vê derbarê de, Berdevkê ENKSê Fesyel Yûsif di daxuyaniyekê de ragihand, “Di heman dema ku ENKS tekeziyê li ser Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dike ku ew dergeheke bingehîn ji bo avakirina pêşeroja welat e, dûrxistina tevgera siyasî ya Kurdî ji civînên diyaloga niştimanî, binpêkirina prensîpa hevbeşiya niştimanî û guhnedana bi rola pêkhateyeke sereke ya gelê Sûriyeyê ye ku bi dehsalan rastî siyasetên cudaxwazî û dûrxistinê hatiye û ji mafên wê xwe rewa ji aliyê rêjîmên li pey hev ve hatiye bêparkirin.
Feysel Yûsif tekez kir jî: “Tevgera siyasî ya Kurd jî xwediyê nêrîneke yekgirtî ye ku êş û azarên gelê Kurd nîşan dide û çareseriyên realîst ji bo çareserkirina doza xwe di çarçoveyeke neteweyî ya berfireh de pêşkêş dike.”
Berdevkê ENKSê diyar dike: “Her diyalogek niştimanî ya derbarê pêşeroja Sûriyeyê de, nikare cidî û encamdar be, heya ku garantiya beşdariya rasteqîne ya pêkhateyên cuda bike, di serî de jî gelê Kurd.”
Herwiha got: “Diyaloga giştalî ya li ser bingeha prensîpên hevparî û hevdunaskirinê, tekane rê ye ji bo danîna bingehên Sûriyayeke nû, ta ku li ser bingehên dadperwerî, firehiya siyasî û welatîbûna wekhev, dûrî dûrxistin û perawîzxistina hêzên niştimanî bê avakirin.”