Kurd belawela tevlî hilbijartinan dibin

Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), Partiya Çep a Keskan û Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) di bin bereyên cuda de dikevin hilbijartinan. Partiyên Kurdî di vê hilbijartinê de jî nekarîn yekitiya xwe ava bikin. Kurd weke berê dîsa belawela tevlî hilbijartinan dibin.

08.04.2023, Cts - 14:56

Kurd belawela tevlî hilbijartinan dibin
Nuçe Belav bike

Bi salan e tabelaya HAKPARê li ser avahiyên rêxistinên wê yên li bajêran e û ji avahiyên wê tu liv û tevgerek nedihat. Lê îcar li 43 bajêran rêxistinbûna xwe temam kir û mafê ketina hilbijartinan bi dest xist.

HAKPAR dê di 14ê Gulanê de tevlî hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê bibe. Piştî 8 salan cara yekemîn e ku dê tevli hilbijartinan bibe. Lê heta niha jî tu hevpeymaniyeke Kurdî ava nekiriye.

Endamê Meclisa HAKPARê Henîfî Eren got: “Ên ku ji bo me piştgirî eşkere kirine hene lê weke fermî îtifaqek çênebûye. Em hê jî hêvîdar in ku ew îtifaq ew ê çêbibe û em ê bi hev re vê pêvajoya hilbijartinê bidomînin.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî neketiye nava tu hevpeymaniyeke hilbijartinê. Ji ber ku birêxistinbûna xwe temam nekiriye, ew bi xwe jî nikare tevlî hilbijartinan bibe. Lê dê piştgiriya HAKPARê bike an na ew jî hêj zelal nebûye.

Berdevkê PAKê Henîfî Turan dibêje: “Yek jê em dikarin gazî alîgirên xwe û hevalbendên xwe bikin û bibêjin dengê xwe bidin HAKPARê. A duyemîn em dikarin biçin ser sandoqê û dengê vala bidin. A sêyemîn jî em dikarin dîsa alîgirên xwe hevalên xwe û rêveberên xwe serbest berdin.”

Partiya Çep a Keskan (YSP) ku kete şûna HDPê beriya çend rojan bi 5 partî û rêxistinên Kurdî re Hevpeymaniya Kurdî ava kir û ew dê bi hev re tevli hilbijartinan bibe. HAKPAR bi serê xwe û HUDA-PAR ku xwe bi nasnameya îslamî pênase dike jî dê di bin banê AK Partiyê de bikeve hilbijartinê. 7 partî û rêxistinên din ên Kurdî jî li derveyî hevpeymaniyan mane û ew bi xwe jî di nava xwe de nebûne yek.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 682 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:49:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x