Li 36 parêzgehan operasyon: 222 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Li 36 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan 222 kes bi hinceta “alîkarî, endamtî û propgandaya PKKyê” hatin desteserkirin.

17.08.2024, Cts - 10:07

Li 36 parêzgehan operasyon: 222 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên wan ên ewlehiyê li 36 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî gelek kesan bi hinceta “alîkarî, endamtî û propgandaya PKKyê” operasyoneke bi navê Gurz-8 daye destpêkirin.

Bi gotina Yerlîkaya hêzên ewlehiyê di çaçoveya operasyonê de li wan 36 parêzgehan bi awayekî hemwext bi ser gelek navnîşanan de girtine û  bi giştî 222 kes desteserkirin.

Li gorî ku Yerlîkaya da zanîn, ew kesên hatine desteserkirin "amadekarî ji bo beşdarbûna di nav PKKyê de kirine, li ser medyaya civakî propgandaya wê kirine û piştevaniya darayî jê re komkirine û beşdarî çalakiyên PKKyê yên li Ewropayê bûne."

Herwiha hinek ji wan jî ew kes in ku  derbarê wan mijaran de cezayê girtîgehê wergirtine lê heta niha nehatibûn girtin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:51:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x