Yerlikaya: 2 berpirsên PKKê li Diyarbekirê hatin kuştin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand, di çarçoveya operasyona “Gurz 14” de 2 berpirsên PKKê yên di lîsteya sor û gewr de cîh digrin, hatine kuştin.

17.09.2024, Sal - 14:42

Yerlikaya: 2 berpirsên PKKê li Diyarbekirê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlikaya li hejmara xwe ya tora civakî “X” ragehand, berpirsên PKKê yên di lîsteya sor û gewr de cîh digrin ên bi navê Zirav Taş ku wek Hebûn Pîro Amed tê naskirin û herwaha Fehmî Başkurt ku ew jî wek Botan tê naskirin, li navçeya Lice ya Diyarbekirê di çarçoveya operasyona ‘’Gurz 14’’ de hatine kuştin.

Yerlikaya diyar kir jî, di çarçoveya operasyonê de pevçûn derketiye û herdu berpirsên PKKê di wê operasyonê de hatine kuştin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê got, ew çekdarên PKKê berê beşdarî şeş operasyonan bûbûn, 8 sivîl û leşker kuştibûn û 4 sivîl jî birîndar kiribûn.

Yerlikaya da zanîn, di operasyonê de 2 cendirme birîndar bûne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 137 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:10:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x