Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe?

Gelo wê serokatîya Trump, li henber Îranê çawa tevbigere?

Şeyhmus Ozzengîn

14.11.2024, Per | 11:57

Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe?
Nêrîn Belav bike

Gelo wê serokatîya Trump, li henber Îranê çawa tevbigere?

Ev pirsek girîng e û bi milîyaran mirov li benda bersîva vê pirsê ne.

Gelob ê ku Rojhilata Navîn ji nû ve bêt dîzaîn kirin, avakirina xeta Abraham ya Enerjî û bezirganîyê mukûne an na?

Wek ku em dizanin, di dema yekem a serokatîya Donald Trump de, bandor li ser aborîya Îranê hat şidandin û ambargoyek berfireh anî ser Îranê, Peymana Atomê jî hat îptal kirin. Ez dikarim bêjim ku pişta aborîya Îranê şikand.

Gelo wê kabîneya serokatîya Trump, bi hindikî (maksîmûm) vê metodê tercîh bike, an wê hewla hilweşandina rejîmê îslamî bide ber xwe? Eger rêya yekem bidomîne, divê Îsraîlê jî îkna bike. Ji ber ku qenaeta îsraîlê ewe ku ‘‘ev rejîma tûnrev hilneweşe, aşitî nayê Rojhilata navîn û ji Îsraîl re jî rehetî çênabe“. Ku gava yekem bêt tercîhkirin, wê molayên îranê nefesek kûr bigirin, lê wê ewlehîya îsraîlê di bin bandora tehlûkê de bimîne. Dawî li tundûtûjîya ku ji roja dewleta Îsraîl ava bûye û heta niha bibandor li ser gelê Îsraîlê dimeşe bidawî nayê.

Hinek derdorên Trump tînin ziman ku, ‘‘wê Trump bi guhertina rejîma Îranê ve leqeder nebe“. Ev jî tê wateya ku bê ku rejîma Îranê hilweşîne, wê li çareserîya pirsgirân bigerin. Di vir de pirsek din derdikeve ber me; gelo, bê ku rejîma Îranê bêt hilweşandin û dawî li hêzên wekaleta terorê a bi ser Îranê ve were, wê kabîneya Trump û sîyaseta derva a Emerîka çawa aşitîyê bîne Rojhilata Navîn?

Ji ber ku Trump di axivtinên xwe de her „anîna aşitîyê ji bo Rojhilata Navîn“ wek armancekê ji dengdêrên Emerîkî re anîbû ziman. Ji bona lihevhatinek berfireh bi Îranê re, divê bingeha vê lihevhatinê bêt amadekirin:

Hîn Kanala Suweyşê-pêngava Bahrasor di destê Hûsîyên Yemenê de ye. Şerê Hamas-Hizbûllah û Îsraîlê berdewam e. Rojê bi dehan mûşekan davêjin nav axa Îsraîlê. Îsraîl hemû bingehên van tevgeran kirîye hedef ji xwe re û êrîş dike. Rewşa axa rejîma Sûrîyê û hebûna Hizbûllah û milîsên bi ser Îranê ve li ber çava ye. Car car hinek ji hêzên Haşdî Şabî ji İraqê êrîşan tînin ser binkeyên Emerîka û Îsraîlê. Di herêmê de quwetek mezan a çekdar di bin emrê Îranê de, li ser esasên tunekirina Îsraîlê, pirbsiçek, tevdigerin. Bê ku çavkanîyên van hêzan bêt zûhakirin, wê çawa aşitî li Rojhilata navîn bêt avakirin?

Kanîya van tevlihevîyan îran û geşkirina ‘‘stratejîya şoreşa Îslamî“ bi xwe ye. Yên ku van hêzan xwedî dike, pirçek dike û raserî Îsraîlê dike rejîma îslamîst a Îranê bi xwe ye. Bi hebûna van kirin û armancên Îranê re, li Rojhilata Navîn dîzaînek nû nayê kirin û garantîya avakirina xetên nû yên enerjîyê û bezirganîyê jî wê ne di ewlehîyê de bin.

Piştî bi sedan êrîşên mûşekên balîstîk yên ser Îsraîlê re, Îsraîl êrîşek sînorkirî anî ser Îranê. Di 26 ê Cotmehê de Îsraîlê, bi 104 balafirên şer yên wek F15, F16 û F35 êrîşek sînorkirî anî ser hinek binkeyên Îranê. Îsraîl di vê êrîşê de sîstema S300 a parastina ezmanî ku ji Rûsîya tedarik kiribû hilweşand. Navenda çêkirina mûşekan bû hedef ji Îsraîlê re û zerarek mezin da vê navendê jî. Lê piştî êrîşên Îsraîlê molayên şoreşa Îslamî sûnd xwerin ku wê Îsraîlê bêbersîv nehêlin. Lê heta niha ti tevger ji Îranê derneketîye holê!

Donald Trump, di vê demê de bi ekîbek baskê bazan dadikeve Rojhilata Navîn, nav vê alozîyê. Çavê dinyayê û hêlên eleqeder li Serokatîya Emerîka û vê ekîba nû ye. Ji du hêlan de hêvî têt xwedîkirin; hêlek şer naxwaze û bi dan û stendinan dixwazin pirsgirêkan çareser bikin. Hêla din pir baş dizane ku bi dan û stendinan, bê şer Rojhilata Navîn ji van alozîyan ne mumkûne ku rizgar bibe. Îran bi xwe jî, ji hatina Donald Trump û kabîneya nû a Emerîka çavtirsandî bûye û doza dan û stendinan bi Emerîkayê re dike.

Rojhilata Navîn, xwedî fay ek jikestî ye. Ji Lîbya destpê dike û heta Efganîstanê; Sistem hilweşîyan e û di nava piranîyên dewletan de şerê navxweyî heye. Asta bezirganîyê di astek metirsîdar de ye. Rêyên bezirganîya nevnetewî, dibin bandora hêzên terorê de ye. Îran bi xwe van hêzan xwedî dike. Gelo bê ku ev rejîm bêt hilweşandin, wê çawa Îsraîl û Emerîka razî bibin ku bi vê rejîma Îranê re lihev werin? Di van şertan de bersîva vê pirsê bi min ne mumkûne.

Ji ber du sebeban ne mumkûne:

1-Di civîna dawî ya 7 Zirpoşên dinyayê a li Hindistanê de biryarek xeta bezirganî û enerjîyê a nû hat dan. Ev xet, ji Hindistanê destpê dike, tê Xelîca ereban, di nav welatên ereban yên Kendava Erebî re derbaüsî Îsraîlê dibe, Îsraîlê dike pirek enerjîyê û bezirganîyê û di ser Yewnanîstanê re derbasî Ewrûpa û İngîlîztanê dibe. Ev xet 2 milîyar mirovan eleqeder dike.

2-Ji bona ku ev xet a Ebraham bêt avakirin, divê ji hêla sîyasî û ewlehîyê de herêm ji nûve bêt dîzaîn kirin. Ev jî têt maneya ku, bê neşterek xurt a j nûve dîzaînkirinê û guhertinê, ev ewlekarî û aşitîya ku em li bendê ne nemumkûne ku bêt avakirin. Di vir de Pirsa Felestîn û pirsa Kurdistanê, du pirsgirêkên divê bên çareser kirin e. Divê Îsraîl jî nefesek kûr bigire û ji bandora alozî, tehdîdên terorê û ji êrîşên têkbirinê bêt rizgar kirin. Ev gava duyem a sîyasî ye. Bê gava duyem, ne mumkûne ku gava yekem jî bêt avakirin.

Miletê Kurd, li ser axa xwe, di navbera çar dijminande hatîye perçekirin û parvekirin. Di navbera 60-70 milîyonî de bê dewlet, bê mafê xwe birêve birinê û perwerda bi zimanê xwe ye. Grûba herî mezin a bê dewlete di asta cîhanê de. Aktorên dinyayê, êdî nikarin ji pirsa Kurd û Kurdistanê re çav û guhên xwe bigirin. Ev pirs yek ji bûhranên mezin yên herêmê ye.

Li benda çareserîyê ye.

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2044 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:49:40

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x