Cîgirê Serokê MHPyê Semîh Yalçin li ser îstifakirina parlamenterên MHPyê, Hasan Basrî Sonmez, Îsmaîl Akgul û Mustafa Demîr daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniya Semîh Yalçin navenda partiyê ji 3 parlamenteran xwestiye ku îstifa bikin.
Li ser vê yekê parlamenterê Ispartayê Hasan Basrî Sonmez, parlamenterê Boluyê Îsmaîl Akgul û parlamenterê Kilîsê Mustafa Demîr ji MHPyê îstifa kiriye.
Cîgirê Serokê MHPyê Semîh Yalçin da zanîn:
“Di encama lêkolîneke nava partiyê de ji 3 parlamenteran hatiye xwestin ku îstifa bikin.
Wan li ser vê yekê daxwaznameya îstifayê pêşkêşî partiyê kir.
Em ji raya giştî re radigihînin ku îstifayên wan hatine pesendkirin.”
Li gorî medyaya Tirkiyeyê hinceta îstifayên her 3 parlamenteran ne siyasî ye.
Derbarê wan parlamenteran de bi îdiaya ku zêrên qaçax anîne Tirkiyeyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.