Ji bo 16 parêzgehan hişyarî hat dayîn

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 16 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.

18.11.2024, Pts - 10:06

Ji bo 16 parêzgehan hişyarî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, tê pêşbînîkirin ku îro li parêzgehên Amed, Êlih, Sêrt, Semsûr, Dîlok û Kilîsê baraneke gur bibare û ji welatiyan hat xwestin tedbîrên xwe bigirin.

Her wiha li gorî texmînan, dê li parêzgehên Erzirom, Qers, Wan û Meletiyê jî berf bibare û sibe jî berdewam bike.

Li aliyê din, li 6 parêzgehên Tirkiyeyê jî baran dibare û hişyarî hatiye dayîn ku pileya germê 2 heta 4 pileyan dadikeve û sir û seqem çêdibe.

Çend roj in li Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê barîna berfê dest pê kiriye û li parêzgehên wekî Erzirom, Qers û Erdexanê berdewam e.

 

Vî nûçeyê tevayî: 91 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:13:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x