Mesrûr Barzanî: Madeyên hişbir li ser civaka me gefeke metirsîdar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê bingehîn ê Navenda Hişyarkirin û Çareserkirina Bikarhênerên Madeyên Hişbir danî ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Rêxistina LDS ve li Hewlêrê tê avakirin.

26.11.2024, Sal - 14:41

Mesrûr Barzanî: Madeyên hişbir li ser civaka me gefeke metirsîdar e
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîma danîna kevirê bingehîn de gotarek pêşkêş kir û got: “Rûbirûbûna madeyên hişber ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijareke gelek girîng e, ji ber vê ew kar bi awayekî berfireh kar ji bo çareser kirina vê pirsgirêka ku metirsiyeke cidî ye li ser civaka me û di hemû warên jiyana me de dibe sedema zerereke berfireh a tenduristî, civakî, aborî û ewlekarî, dike.”

Herwiha got jî: “Madeyên Hişbir sedema sereke ya lawazkirina ciwan û sermaya me ya mirovî ye, ji ber vê yekê em her tiştî dikin ji bo pêşîgirtina li belavbûna vê metirsiya mezin. Her ji bo vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyeke bilind ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir pêk aniye, ku hejmarek wezaret û dezgehên pêwendîdar tê de beşdar bûne. Her wiha ji bo pêşxistin, rehabîlîtasyon û dermankirina alûdebûyên madeyên hişbir jî sindoqek hatiye avakirin.”

Serokwezîr Mesrûr da zanîn: “Avakirina vê navendê beşek ji hewlên me yên ji bo alîkarîkirina nexweş û alûdebûyên madeyên hişbir e, ji bo çareserî û alîkariyan wan e ji bo dubare vegerin jiyana normal. Herwiha ev navend hewldanek e ji bo hişyarkirina derbarê metirsî, encam û karesatên bikaranîna madeyên hişbir e.”

Tekezî li ser wê yekê jî kir: “Divê em bi tundtirîn awayê rûbirûyê mafya û bazirganên madeyên hişber bibin û wan bi tundî ceza bikin. Lê divê cudahî di bazirganên tawanbar û ew ku mixabin ji ber her sedemekê dibin qyrbanî alûdeyê madeyên hişbir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji dezgehên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê kir ku rûbirûyî vê diyardeya tirsnak bibin ku mixabin ev diyarde zêde dibe û her roj em dibînin ku kampanyayên girtina hejmarek bazirganan di medyayê de têne weşandin. Rast e girtina van kesan cihê destxweşiyê ye, lê em gelekî nîgeran in ku ev diyarde heta radeyekê belav bûye ku bûye nûçeyeke rojane.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 40 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:47:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x