PDKT: Em şehîdên Helebçe bi bîr tînin!..

\n\nGelê Kurd ko bi hazar sala ye xwediyê erdnîgariya Kurdistanê û di dîroka xwe yî derbasbûyînde bi çendî caran rastî peneberiyê, zilmê, û qetlîaman hatiye. Li Kurdistanê di jenosîda (Geliyê Zîlan de qolordiya 7. 9. bi 80 balafiran li ser gelê Kurd bombebaran kir 50.000 kes hatin kûştin. Li agirî, li sîneme ya Amûdê, Mahabatê û li gelek herêmên din qetlîam hatin kirin. Îro jî Terora DAÎŞ a navdewletî li Kurdistan (Kobanê, Telehfer, Şingal, Kerkûk Musil)ê hejî qetlîam berdewamin.\n

16.03.2015, Pts - 11:07

PDKT: Em şehîdên Helebçe bi bîr tînin!..
Haberi Paylaş
Gelê Kurd ko bi hazar sala ye xwediyê erdnîgariya Kurdistanê û di dîroka xwe yî derbasbûyînde bi çendî caran rastî peneberiyê, zilmê, û qetlîaman hatiye. Li Kurdistanê di jenosîda (Geliyê Zîlan de qolordiya 7. 9. bi 80 balafiran li ser gelê Kurd bombebaran kir 50.000 kes hatin kûştin. Li agirî, li sîneme ya Amûdê, Mahabatê û li gelek herêmên din qetlîam hatin kirin. Îro jî Terora DAÎŞ a navdewletî li Kurdistan (Kobanê, Telehfer, Şingal, Kerkûk Musil)ê hejî qetlîam berdewamin.

Ji van hemî zilim û qetlîaman a herî mezin ko hat rûdan, ji alî rejîma baas ve li herêma Barzan 182 hezar Kurd ji cîh û warên wan rakirin, birin li çolên Ereban sax, zîndî bin ax kirin. EV jî bû rûdanake reş, şermezar di dîroka cîhanê û Kurdistanê de ko bû pile ya birînên bi hezar salan neyête jibîr kirin qetlîama enfal sê sal dom kir. 16 ê Adara 1988 li Helepçe bi fermana Elî Kîmyayî (ALİ HASAN AL-MAJID) dinav sê saeten de 6357 Kurd bi bombeyê kîmyasal, xaza jehrî hatin jehirkirin, şewitîn û giyana xwe ji dest dan, 14.635 birîndar çêbûn, Heta roja iro jî 43.750 kes mirin, 61.200 kes seqet man bi sed hezaran kes bi xeyalên xwe ve ji axa ko li ser mezin bûbûn hatin terk kirin. Ev rûdanên lê çêbûn ji Bakûrê Kurdistanê bes 480 km bi dûrî Bajarê Xelebçe ye ko rejîma baas a Saddam di 1988 16 Adarê qetlîama bi kîmyasalê li Kurda reşand. Eve ya di derbara Kurdan de hemî her yek bixwe Helebçe ne.

Dema em behsa qatilkirina mirovên di 16 adar 1988’de li Halepçe dikin, bîranîn û hijmarên şêhîdan bes bi wana, ne sînorkiriye. Gerek em ji bîr nekin ko ew kesên li wir şêhîd ketin û yen seqat bûn ewana dê di pêşerojê de bibûna endeziyar ên avadankirina welatên xwe û yên bibûna karker, bijîjk, cotkar, û xwedî malbat, ya herî giring jî dê bibûna Pêşmergeyên Qehraman. Dema em vê bifikirin xûya dikê bê ka di dîroka Netewa Kurdan de çendî zor û zahmetî heye. Ev qetliam ne tenê li 190 km2 û deh hazar kesên li Başûrê Kurdistanê dijîn de qewimî ew di eslê xwede li nav 50 mîlyon Kurd’ên li ser erdnîgariya dinyayê belav bûyîne re peyamake dagirkeraye ko ji xofû metirsiya Kûrdistana serbixwe ye.

Konevaniya dagirkarên Kurdistanê; li ser înkar û qetilama netewa Kurd ne bi tenê a li Helepçe çêbû, ew li her çar parçeyê Kurdistanê bi rengên cûda, cûde rû didin û ev rûdan hêj berdewamin. Pêvîste ewên ko bona mafê Kurdistanê şêhîd bûn re xwedî derkevin û wan ji bîr nekin.

.Dîroka Kurd ji wan kesên qehraman ko bi hesreta serxwebûn û azadiyê bûn;Ew yên canê xew dan û ji giyana xwe natirsin, ji keresata Helebçe û enfalan xof nakin tije ye.Halepçe tevî berdewamiya sê salên enfal ê, ji hesreta xaka xwe, zimanê xwe û ji xeyala serxwebûna xwe bûye şewqa hêviya azadiyê. Halebçe birîneke wilo ye ko dê rehet nebe, Kurd dê tû carî jibîr nekin. Halebçe Amed’e, Hewlêr’e, Çolemerg’e, Silêmaniyê’ ye, Musil’e û Kerkûke. Navên şêhîdên li Helebçe ne biyanine ji mere. Ew Emin, Win in, Kurd Hemî ne, Mirovatiye û Demokrasiye.

Dema Kurd di bin bandora dagirkeran de bê, dê li benda mînekên weke Helebçe jî bê, Ger em bêijn em kurdin û Kurdistanê dixwazin dê pêşeroja me aram û azad be, Em bêjin Na Kurd û Na kurdistan dê ji qatilamên Helebçe’re vexwandin çêbibin. Naxwe ji ber hew Helepçe rû bidin dewletbûn pêvîste.Peyvirdariya li ser me ewe ko yên di xweliya mede efirîne û li Helebçe,li Dersîm, li Amedê,ji bona serxwebûn û azadiyê bê tirs û bê xof û bê raman giyana xwe bi lehengî dan.Em jî dê ji bona daxwaza wan a serxwebûna Kurdistanê hawîl û tekoşerî bidin, da zilm û nexweşi ji nifşê werê re nemînê..

Em Şêhîdên Helepçe bi dilovanî bibîr tênin 15.03.2015

Bijî Kurdistana serbixwe

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ TIRKIYA

PDKT

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2572 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:18:06:57
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x