Basına kürtçe olarak yapılan açıklama da, şu ifadelere yer verildi.
Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê îro 70 salîya xwe,
Partîya Demokrata Kurdistana Iraqê 69 salîya xwe pîroz dike.
Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê di 16ê tebaxa 1945ê de li Mehabadê bi serokatîya Qazî Muhammed hat damezirandin. PDK-Î ya li ser hîmê Komeley Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê ava kir û rêveberîya wê kir. PDK-Î 70 sal e yek ji hêza esasî ye ku têkoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye roja îro. Di vê qonaxa 70 salî de sê serokên wê, Qazî Muhemmed (1893-1947), Dr. Abdurehman Qasimlo (1930-1989), Dr. Sadiq Şerefkendî (1937-1992) di rêya Kurd û Kurdistanê de şehîd bûne.
PDK-Iraq bi tesîra sala gulvedana kurdayetîyê li Komara Kurdistanê-Mahabadê, salek piştî damezirandina PDK-Îranê, lê di heman rojê de, 16ê tebaxa 1946ê de, li Bexdadê hat damezirandin. Mela Mistefa Barzanî ku wê demê li Mahabadê serokê artêşa Komara Kurdistanê bû wek serokê partîyê hat hilbijartin. PDK-Iraq di bin serokatîya nemir Mela Mistefa Barzanîyê nemir de,di têkoşîna gelê Kurdistanê û bi taybetî li başûrê welatê me roleke dîrokî lihîstîye.. Nuha jî di bin serokatîya rêzdar Mesûd Barzanî de avakir û yek ji hîmên easî yê Kurdistana Federe ye û di rêya serxwebûna başûrê Kurdistanê de yek ji hêza pêşeng e.
Em her du partîyên xwe yên têkoşer ku di rêya têkoşîna azadîya gelê me de bi hezaran şehîd dane silav dikin û salvegera damezirandina wan pîroz dikin! 16.08.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)