CIVÎNA PDK/KDP BAKUR LI ISTANBULê

Îro bi beşdarbûna Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak û Endamê Komîteya Rêvebir Fettah Karagoz li Istanbulê bi heval û dostên PDKê re civînekî hevşêwrîn û nirxandina rewşa siyasî hat darxistin.

05.01.2015, Pts - 21:40

CIVÎNA PDK/KDP BAKUR LI ISTANBULê
Haberi Paylaş
Îro bi beşdarbûna Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak û Endamê Komîteya Rêvebir Fettah Karagoz li Istanbulê bi heval û dostên PDKê re civînekî hevşêwrîn û nirxandina rewşa siyasî hat darxistin.

Li civînê kesayetên wekî birêz Mehmet Polat, Av. Sedrettin Karahan, Av. Ridvan Dalmiş, Nevzat Yeşilbagdan û çendîn heval û dostên din amade bûn.

Li civînê Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak keyfxweşiya xwe ji amadebûna hevalan nîşan da û da diyar kirin ku ew dixwazin bi wan re ser rewşa siyasî û her wisa derbarê xebatên PDKê de hevdîtinekî pevşêwrînê pêkbînin, bîr û hizrên hevalan bibihîsin, pêşniyariyên wan werbigrin. Beşdaran jî memnuniyeta xwe ji hevdîtinê diyar kirin û bîr û hizrên xwe ji civînê re pêşkêş kirin, pêşniyariyên xwe ji bo xweş kirina peywendî û hevxebatê gîhandin Sertaç Bucak û Fettah Karagöz.

Mijarekî girîng ya vê hevdîtnê jî bihêz kirina PDK/KDPê û cureyê kar û xebatên wê bû. di vê mijarê de jî beşdaran bi dilsozî bîr û hizrên û pêşniyariyên xwe gîhandin hevdu. Hemî amadebûyî ji vê hevdîtinê û hevşêwrînê keyfxweş bûn.

Civîn ji aliyê Kurdistan TV şaxê Istanbulê ve jî hat şopandin.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 3143 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:09:44:50
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x