Di sala 1857an de roja 8ê adarê liNew York a Dewletên Yekgirtîyên Amerîka 40.000 karkerên tekstîlê ji bo şert û mercên jiyanek tendûrîstî û hêsanî dest bigre vakarberdanê kirin. Piştî têkilayiya polîsan li febrîqeyê agirek dertê û di encama vî agirê de 129 jin can didin. Ji vêrojê heta îro jin vêrojê mîna roja jinan bişahî pîroz dikin û di demen nûjen de dijwariya jin bû nêderdixin holê û pêşwazi ya mirovatiyê dikin.
Li her welatî, li her bajêrî, li her navçeyê ev roj bê guman bi armanca berxwedan û têkoşîna jinan her sal tê pîroz kirin. Her jin jî bi gelemperî dijwari yên jinên welatên xwe derdixe pêş û li ser vanpirsgirêkan de ji bo çareseriya hewl dide.
Jinên Kurd jî di dîroka mirovatiyê de her tim bi serfirazî li berxwe daye ji bo maf û dadêxwe û welatênxwe û biserketiye. DiMirinênxwe de jîbiserkeftinîbûne. Lêmixabinjiberkudewleteke kurda tuneye têkoşîna jinên wan jî li hember nav û dengiyê bê deng maye.
Heke em ji bo vê gotinaxwe mînak bidin bi hêsanî em dikarin leyla qasim û zerîfexan derxênpêş. Zerîfexan û Leyla qasim jiyanaxwe ji bo hebûnaxwe û gele xwe feda kirin û jiyanênxwe ji dest dan. Gelo kîjan jin, kîjan mêr, kîjan ademîzad mêrxwasi ya ku van herdû jinên kurd kiriye di jiyana xwe de kiriye. Hewldan û helwestên van herdû jinan ji bo têkoşîna jinan li dinê mînaneke bê hempa ye. Em bawerin ku kîngê ku Kurd di tevgeraxweyî azadiyê de biserkevin dê jinên dinê bi pakî li hember dijmînan li berxwe dana jinên kurd jî bibîne.
Daxwaza me ev e ku jin bi tevahî ji şert û mertên dijwarî rizgar bibin û mêrên desthilatdar jî li hember mafên wanrêzdar bin. Ji bo jiyaneke hevpar û jîndar û aşitiyane ev yek pêwîstiyeke girîng e.
Ciwanên Netewî yên Kurdistan