Ebadî: Pêwîstiya fişarê nîne, em ji bo diyalogê amadene

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku ew amade ye ji bo diyaloga li ser asta hikûmetê û got: “Pêwîst nake ku kesek zextê li me bike, da ku em xizmetguzariyan dabîn bikin.”

06.12.2017, Çar - 06:04

Ebadî: Pêwîstiya fişarê nîne, em ji bo diyalogê amadene
Nuçe Belav bike

Piştî civîna Encumena Wezîran, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir, ku ji bo lêkolîn û hûrbîniya mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê lijneyek amade kirine.

Heyder Ebadî herwiha aşkere kir: “Li nav Herêma Kurdistanê rexne heye û ji me re diyar kirin ku bi vê şêwazê pereyan nedin, çimku pere diçin alîgirên hin aliyan û nakeve destê welatiyên asayî, lewma pêwîst e hûrbînî were kirin.”

Di berdevamiya axaftina xwe de Ebadî diyar kir, ku hûrbînî demeke dirêj naxwaze û niha dest bi pêjavoya hûrbîniyê kirine û got: “Min çavdêriya darayî erkdar kiriye ku careke din hûrbînî bike. Herwiha li Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîran, min lijneyeke taybet erkdar kiriye ji bo hevkarîkirina li gel Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Iraqê got ku firokexaneyên Kurdistanê nehatine girtin û diyar kir: “Firokexane nehatine girtin û vekirî ne, lê rê nayê dayîn ku geştên navdewletî ji Kurdistanê werin kirin. Lewma ev mijar li ser welatiyên asayî yên Kurd pir bandor nekiriye, dikarin derbasî Bexdayê bibin û geşta xwe ya ber bi derve bikin.

Li ser destpêkirina gotûbêjan, Heyder Ebadî destnîşan kir: “Bi awayekî sereke û bingehîn, em amade ne gotûbêj û diyalogê bikin. Lê pêwîst e diyalog li ser bingeheke dirust be, da ku em bigihin encamê, ez hemû diyalogan qebûl dikim.”

Pêwîst nake kesek fişarê li me bike

Ebadî behsa pêwendiya telefonî ya li gel Serokê Fransayê kir û got: “Birêz Macron bi min re pêwendiyek danî û ji min re got, ku 'helwesta me zelal e û weke berê ye ku li Parîsê ragihandibûn' niha jî ez radigihînim ku ez amade me ji bo diyaloga li ser asta hikûmetê, şanda hikûmetê ji vir û şandeke hikûmetê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û emê danûstandinan bikin.” Herwiha diyar kir: “Pêwîst nake ku kesek zextê li me bike, da ku em xizmetguzariyan dabîn bikin.”

Li ser daxuyaniya ku dibêje "Em amade ne ji bo gotûbêjê" lê hêj gotûbêj dest pê nekiriye Ebadî got: “Pirsgirêkên me hene. Pirsgirkeke siyasî li Herêmê heye. Em dixwazin mekanîzma temam bibin, da ku em alîkariya welatiyan bikin li Herêmê. Beşeke diyalogê li ser vê radiweste. Hetanî me şandeke bilind a leşkerî pêk anî, da ku li gel wan gotûbêjê bikin ji bo rêgiriya rijandina xwînê, hin ji Herêmê li ser rijandina xwînê rijd in, hetanî ji wan re wisa bû ku ev qehremanî ye, we dît li medyayê, cengawerên iraqî dikuştin û pê şanazî dikirin. Me ev nekir û ragihand ku ev zirar e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1178 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:15:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x