Hevserokê DEM Partiyê: Me piştgirî nedaye Îmamoglu

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê xwenîşandanên dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de got: "Bila têkoşîna li beramber Îmamoglu li ser me nemeşînin. Me piştgirê nedaye Îmamoglu. Lihevkirina bajaran tiştekî din e."

28.03.2025, Cum - 11:27

Hevserokê DEM Partiyê: Me piştgirî nedaye Îmamoglu
Nuçe Belav bike

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî  bernameyeke televîzyonî ya Medya Haberê bû û derbarê xwenîşandanên CHPyê yên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de axivî.

Bakirhan ragihand ku ew û alîgirên wan ne girseya çalakî û xwenîşandan a CHPyê ne û got:

"Tiştekî wiha yê partiya me nîne. Em vê biryarê (girtina Îmamoglu) rexne dikin lê bi xwe meseleyeke me ya din heye ku vê meselê derbas dike. Em hewl didin aştiya civakî bi rêxistin bikin.”

Tuncer Bakirhan diyar kir ku stratejiya wan a lihevkirina bajaran a di hilbijartinên xwecihî de  tiştekî din bû û wan piştgiriya Îmamoglu nekiriye û got:

"Karên me gelekî zêde ne ku van meseleyan derbas dikin. Em hewl didin aştiyê bikin civakî.

Bila têkoşîna li beramber Îmamoglu li ser me nemeşînin. Me piştgirê nedaye Îmamoglu. Lihevkirina bajaran tiştekî din e."

Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên xwecihî yên sala borî de bi rêjeyeke diyar a dengên Kurdan di çarçoveya stratejiya DEM Partî û CHPyê ya “lihevkirina bajaran “ de wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû hilbijartin.

Piştî ku 19ê Adara 2025an di operasyonekê de bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKK” û gendeliyê hat destserkirin, 23yê Adara 2025an ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin û  piştre ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji karê xwe hate dûrxistin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:34:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x