"Dewlet ji PKKê re dibêje ez ti miameleyê bi te re nakim. Divê tu bê şert û merc teslim bibe"
Damezirîner, serok û rêberê PKK, ku murîdên wî ‘‘bi dil, bi xwîn, bican û bimal“ jê re bûn kole, bê ku rojek liser vê rêxistina biqirêj rawestin.
Abdullah Ocalan, bê ku ji bona murîdên xwe şert û mercekî jî bixwaze, bi rêya tevgera xwe a lêgal bangek ji PKK re derxist:
‘‘Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike.“
Helbet Abdullah Ocalan bi rayedarên kûr yên dewleta tirk re, ev rêxistin ava kirine û bi stratejîyek biqirêj ev 40 sale xistine pêsîra miletê Kurd û Kurdistanê.
Dîsa Dewleta tirk bi A. Ocalan re dawî li vê stratejîya çekbikaranînê tîne. Destpêkê biryar a wan bû. Îro jî biryar a wan e. Kurdên ku bi van re têkildar bûn û bedel dan, doh biryar a wan bû îro jî biryar a wane. Lê ev kurdên ku bedêl dan, divê li henber miletê xwe û welatê xwe durust bin!
Serokê û rêberê wan, ji wan re vekirî dibêje:
‘‘Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“
Yani bi zimanekî fêhmkirî dibêje; ji kurdan re dewlet ne lazime, federasyon ne lazime, hukmê çandî û mafên çandî jî ne lazimin. Xwestina van statûyên sîyasî netewepestî ye.
Başe, we bi çi bawerkir û hûn derketin serê çîyayên Kurdistanê û we çek hilgirt? Armanca we çi bû?
Ji bona çi bi salan hûn di zîndanên tirkan de raserî zilmê hatin û 10 sal, 15 sal, 20 sal, 30 sal ew jîyana we di girtîngehên tirkan de derbas bûn û hûn mirin?
Ji bona Kurd û Kurdistanê bû, an ji bona ‘‘serok Apo, rêber Apo“ bû?
Îro A. Ocalan ne tenê li ser navê PKKê, li ser navê miletê Kurd dibêje; ‘‘dewlet, federasyon, otonomî û mafên çandî“ jî dinav de tiştek ji kurdan re naxwazim. Xwestina van statûyan neteweperestîye. Hûn bi çepikan bejna xwe li ber ditewînin.
Ewqes erzan bû mirina we, xwîna we, şervanîya we, berxwedana we?
Hemû partî, şexsîyet, beşek mezin ji zana û rewşenbîrên Kurd, li hêvîya gotinên A. Ocalan’ın ku sihêrbazîyek jê derkeve. Yên ku bi navê mezin remilan davêjin û xwelîyê li serê xwe dikin, yên ku li benda encama remilê ne!
Ev yek bi yek îspat dike ku di 40 salî de vê paradigma devleta tirk, ku bi destê A. Ocalan û PKK xist pêsîra Kurd û Kurdistanê, ne tenê ji hêla mal,milk û can de, ji hêla ramanê û hişmendîya milî de jî mal li kurdan xerakirîye. Eger A. Ocalan û dewleta tirk qenaet bi vê neanîya, li nav çavê kurdan nedinêrî û ji wan re nedigot ‘‘hûn ne layîqî tiştekî ne“! A. Ocalan û dewleta tirkan hêz û wêrektîya xwe ji vir digire.
Di dinyayê de miletek tineye ku piştî malxerabîya 40 salî, yek derkeve û ji miletekî 60 milîyon re, ku liser axa xwe kole û ji bona azadîya xwe, bi milîyonan cangorî dane re bêje; ‘‘hûn ne laqîqî tiştekî ne, tenê koletî para we, qedera we ye“ û ew murîdên wî jî bi kilîlîyan û bi çepikan van gotinên wî pêşewazî bikin. Malxerabîya mezin ev bi xwe ye. Rewşenbîr, sîyasetmedar û aqilmendên vî milmetî jî hîn li bendê ne, bê ka wê A. Ocalan çi ji kurdan re bixwaze!
Bê fedî hinek derdikevin û dibêjin:
‘‘Eger em vegerin 500 sal an heta 1000 sal berê, em dibînin ku Kurd û Tirk her bi hev re bûne. Ji ber vê em dibêjin Kurd jî yek ji damezrênerên vê dewletê ne û Kurd jî xwediyê vê dewletê ne û xwediyê vî welatî ne.“
Hey malxerabno, ma kengî Kurd û tirkan biratîya 1000 salî lidar xistîye?
Hûn dîrokê jî ser û bin dikin!
Têkilîyên kurdan bi dewleta Osmanî re, ti têkilîyên wê bi tirkan re tine ye. Tirkên ku bi damezirandina dewleta tirkîye yê re di laburatuarên dewleta Tirkîyê de bi metodên asîmîlasyonê hatine dewşirme kirin û bûne tirk, ti têkilîya wan bi Osmanîyan re tine ye. Yekî tirk di nav İmperatorîya Osmanîyan de nebûye dergevanê Osmanîyan jî. Ev dîrok ji wan re ma û ji xwe re kirin bingeha miletbûnê. Dîroka tirkan 101 sale. Wî 891 salî jî bavên zibalê!
Dîroka me û tirkan a 101 salî jî li ortê ye. Bi înkar, asîmîlasyonê, bi surgûn û komkujîyan, bi zîndan û zilmê li ortê ye. Ji bona ku hûn vê veşêrin, bahsa Nebî Nûh nekin ji kurdan re. Bahsa kirinên tirkan û dewleta tirkan bikin!
Abdullah Ocalan, çîrok û derewên dewleta tirkan ji wer e dibêje, lê hûn tiştekî din fêhm dikin:
‘‘Du sed salên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, ligel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine.“
Abdullah Ocalan, ji wer e zelal dibêje; yên ku dixwazin we ji „biratîya tirkan“ veqetînin, hêzên emperyal in. Ew berxwedanên kurdan yên sedsalî hemû hatin lîstika emperyalîstan. Hêzên emperyalîstan berjewendîyên xwe esas girtine. Neyên lîstika wan û bingeha tirkiyeyîbûnê, rêya tirkbûnê ji xwe re hilbijêrin û entegreyî dewleta tirkan bibin.
''Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkin e.“
Çi dibêje?
Dibêje, hûn kole bimînin, doza dewlet, federasyon, otonomi û mafê çandî nekin, lê hûn ji hêla ramanê de azadin! Bi şertê ku hûn doza cûdabûnê û avakirina dewletê nekin. Di bin sîya dewleta tirkan de, bi ‘‘avakirina civakî-aborî û siyasî“, wek koleyên tirkan bijîn. Wê tevgera ‘‘paradigma nû“ vî derîyê ‘‘tirkbûnê“ ji we kurdan re veke.
Pîlan û projeya Paradîgma dewleta tirkan û A. Ocalan eve û beşek mezin ji murîdên Ocalan û beşek ji kurdan li hêvîyê ne ku rêya sîyasetê ji wan re vebe!
Ji bin şevqa Ocalan kevokek spî bifire!
Xwedê aqil bide me!
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.