Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku bacên gumrukê yên nû li ser gelek welatên cîhanê hatine sepandin, bi vî awayî li ser Îraqê ji sedî 39, li ser Sûriyeyê ji sedî 41 û li ser Tirkiye û Îranê ji sedî 10 e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bacên gumrukê yên li ser welatan eşkere kir û got, îro "roja rizgariya Amerîkayê ye" û êdî rê nadin ku welatên din li ser hesabê aboriya Amerîkayê welatên xwe dewlemend bikin.
Her wiha Trump serok û rêberên welatan agahdar kir ku efû ji ti welatan re nîne û eger ew dixwazin ku ev bacên nû neyin bicihkirin, divê ew welat bacên gumrukê li ser berhemên Amerîkayê kêm bikin.
Serokê Amerîkayê li Qesra Spî ragihand ku di merasîmeke taybet de îmze li ser bacên gumrukê yên li ser welatên cîhanê kiriye û li serê wan jî baceke ji sedî 25 li ser otomobîlên welatên biyanî sepandiye.
her wiha baceke ji sedî 39 li ser berhemên Îraqê, li ser berhemên Sûriyeyê ji sedî 41 û li ser Tirkiye û Îranê ji sedî 10 e sepandiye.
Her wiha Donald Trump amaje pê kir ku di saet 12:00ê şeva çarşemê bi demjimêra Amerîkayê, bacên gumrukê dê bikevin warê bicihkirinê.
Serokê Amerîkayê tekezî li ser vê yekê kir, "Ji vir û pê ve divê kes li ser hesabê me dewlemend nebe.
Çerxa zêrîn a Amerîkayê vegeriya û îro roja rizgariya Amerîkayê ye. Em Amerîkayê careke din dewlemend dikin.
Ez dawî li nîv sedsaliya talana samana Amerîkayê tînim. Ji Amerîkayê dizî tê kirin û em dê vê yekê rawestînin."
Di berdewamiya axaftina xwe de, Trump got: "Welatan bacên zêde yên nedadmend xistine ser berhemên Amerîkayê.
Êdî em kêmasiya bûdceyê ya welatên wekî Kanada û Meksîkayê tijî nakin. Êdî em rê nadin samana Amerîkayê bibe."
Piştre Trump lîsteya tevahiya wan welatên ku bacên nû yên gumrukê li ser berhemên wan tên sepandin aşkera kir.
Trump bacên gumrukê li ser welatan bi vî rengî ne:
Li ser berhemên Çînê ji sedî 34
Li ser berhemên Japonyayê ji sedî 24
Li ser berhemên Îraqê ji sedî 39
Li ser berhemên Sûriyeyê ji sedî 41
Li ser berhemên Tirkiyeyê ji sedî 10
Li ser berhemên Îranê ji sedî 10
Li ser berhemên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 20
Li ser berhemên Vîetnamê ji sedî 46
Li ser berhemên Taywanê ji sedî 32
Li ser berhemên Japonyayê ji sedî 24
Li ser berhemên Hindistanê ji sedî 26
Li ser berhemên Koreya Başûr ji sedî 25
Li ser berhemên Taylandê ji sedî 36
Li ser berhemên Swîsreyê ji sedî 31
Li ser berhemên Endonêzyayê ji sedî 32
Li ser berhemên Malezyayê ji sedî 24
Li ser berhemên Brîtanyayê ji sedî 10
Li ser berhemên Bangladeşê ji sedî 37
Li ser berhemên Îsraîlê ji sedî 17
Li ser berhemên Brazîlyayê ji sedî 10
Li ser berhemên Awistraliyayê ji sedî 10
Li ser berhemên Pakistanê ji sedî 29
Li ser berhemên Urdunê ji sedî 20
Li ser berhemên Îmaratê ji sedî 10
Li ser berhemên Misirê ji sedî 10
Li ser berhemên Marokoyê ji sedî 10
Li ser berhemên Tunisê ji sedî 28
Li ser berhemên Libnanê ji sedî 10