Karasu: Em dê PKKyê fesix bikin, têkoşîna çekdarî biqedînin 10 demjimêr berê

Mustafa Karasu got, “Em tim şopînerên Serokatiyê bûn, em îro jî şopînerên wî ne. Em dê veguherîna ku Serokatiyê derxistiye holê, fesixkirina PKKye û qedandina têkoşîna çekdarî pêk bînin.

05.03.2025, Çar - 11:02

Karasu: Em dê PKKyê fesix bikin, têkoşîna çekdarî biqedînin 10 demjimêr berê
Nuçe Belav bike

Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu ji Medya Haberê re li ser pêvajoya nû û banga Abdullah Ocalan axivî.

Mustafa Karasu got ku divê artêşa Tirkiyeyê pêbendî agirbesta ku PKKyê ragihandiye bibe û êrişên xwe yên li ser wan bi dawî bîne.

Karasu her wiha diyar kir ku ji bo bipêşveçûna pêvajoya aştiyê divê Mafê Hêviyê ji bo Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan were bicihanîn.

“Manîfestoya Sedsalê”

Karsasu banga Ocalan wekî “Manîfestoya Sedsalê” bi nav kir û got:

“Bi rastî her hevokeke wê manîfestoyê dema bi başî were nirxandin nerînek, felsefeyek û helwesteke polîtîk heye.

Hûn dikarin di wê manîfestoyê de bînin ku di gelek mijaran çawa nêzîk dibe.”

Mustafa Karasu ragihand biryara fesixkirina PKKyê hestyarbûnek çêkiriye û anî ziman:

“Lê ev yek heye, PKK vediguhere. Bi awayekî nû dikeve nav têkoşîna siyasî an jî bi nêzîkatiyeke nû em bêjin rê nîşanî têkoşîna siyasî û dîrokê dide.

Dê bandora wê ya di dîrokê de hebe. Ji ber wê yekê PKK hat fesixkirin, serboriya wê ji holê rabû, tiştên afirandine û çanda ku çêkiriye rabû! Tiştekî wiha nîne.

PKKyê bi têkoşîna xwe ya 50 salî gelek tişt bi vî gelî dan qezenckirin. Dê bandora wan a 100 salan hebe.”

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê kedeke mezin daye û ew dê pêwîstiyên banga wî bi cih bînin û da zanîn:

“Em dê bersiva vê kedê bidin. Me her tim hewl da bersiva keda serokatî bidin û em tevgerekî wiha ne.”

Mustafa Karasu tekez kir ku ew dê PKKyê fesix bikin û têkoşîna çekdarî bi dawî bînin û got:

“Em tim şopînerên Serokatiyê bûn, em îro jî şopînerên wî ne. Em dê veguherîna ku Serokatiyê derxistiye holê, fesixkirina PKKye û qedandina têkoşîna çekdarî pêk bînin.

Bila gumana kesî di vê mijarê de nebe.

Dewlet û desthilat jî divê bêyî ku ti hincetan bînin di çarçoveya demokratîkbûnê de tiştên pêwîst bikin.”

“Gerîla dê çawa dawiyê li têkoşîna çekdarî bînin?”

Karasu banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ji bo Abdullah Ocalan jî bi bîr xist û got:

“Devlet Bahçelî got bila bangawaziyê bike em piştre Mafê Hêviyê bi cih bînin.

Bangawazî hat kirin wê demê divê Mafê Hêviyê were bicihanîn.

Her kes dizane Mafê Hêviyê piştî 25 salan berdan e.

Di beşeke girîng a daxuyaniya PKKyê de jî hatiye diyarkirin ku divê Mafê Hêviyê were bicihanîn û rê li ber xebata serokatî ya di şert û mercên azad de were vekirin.

Êdî divê şert û mercên siyasî û hiqûqî werin bicihanîn.

Heta ev yek nebin ew qas gerîla dê çawa dawiyê li têkoşîna çekdarî bînin?”

"Ma dê bibêje fermo min dîl bigire?"

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku wan agirbest ragihandiye û divê êrişên li dijî wan jî bi dawî bibin û anî ziman:

“Eger li dijî hêzên gerîlayan êriş çêbibin dê çi bikin?

Ma mafê xwe yê parastina rewa bi kar naynin?

Ma dê bibêje fermo min dîl bigire?

Ji ber vê divê pêbendî agirbestê bibin.

Eger pêbendî vê nebin wê demê ev tê wê wateyê ku dibêjin em vê pêvajoyê qebûl nakin.

Bi gotinê qebûl dikin lê di pratîkê de cuda be ev yek nabe.”

Rêberê girtî yê PKKyê Abdullaha Ocalan 27ê Sibata 2025an banga çekdanîn û fesixkirinê li PKKyê kir.

Piştî ku roja 1ê Adarê PKKyê agirbest ragihand, roja duşemê jî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ragihand ku ew rê nadin pêvajo were têkdan û dirêjkirin.

Niha ji bo pêvajoyê çav li ser gavên yasayî yên dewletê û sazkirina Kongreya PKKyê ne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:44:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x