Ji bona azadiya welatekî weke Kurdistanê, hêz û qawet, dîplomasî, danûstendin pêwîste. Ew jî di rêya rêxistiniyê de derbas dibe. Rêxistin jî ji kesan pêk tê. Kesên bi rêxistinî çiqasî zêde bin, xof û tirsa wan dê tim di dilê dagirkerên me de be. Ji ber ku dagirker ji karê rêxistiniyê ditirsin.
Îro li bakurê Kurdistanê ji rêvebirên partiyan bêtir, rewşenbîr, kesayetên siyasî, dîrokzan, hunermen, nivîskar û helbestvan hene. Piraniya wan, ji karê rêxistiniyê dûr in. Her yek bi serê xwe deryayek in. Lê çi fêde ew derya, weke tê xwestin erda zûha ya Kurdistanê av nade. Ji ber ku her yek di quncika xwe de xwe fetisandinin.
Lê çi demê van canik û camêrana hêz, qawet, zanîn û pênûsa xwe bikin yek, wê Kurdistanê avadan bikin. Her weha wê bibin desthilat ango xwediyê gotina xwe ya ji bona azadî û serxwebûna welatê xwe. Ew ji min baştir dizanin ku bê rêxistinî tu welat dê nikaribin xwe azad bikin. Xweşî û şahiyê bîne welatê xwe.
Heger ew canik û camêrên min anîn ser zimên, yêkitiyek neteweyî pêk nînin, dê gunehên wan ji yên rêvebirên partiyan ne kêmtir be. Ji ber ku di civatên paşdemayî de rol û erka nivîskar û ronakbîran gelek mezin e.
Lê heyf û mixabin ku îro piraniya zana, jîr û kêrhatiyên me, nivîskar û ronakbîrên me, her roj di odeyek bi deh kesan sohbetkirinê xwe tatmîn dikin. Ev karê pîroz ku niha weha dikin, xwe tatmînkirinê pêve ne tiştek e. Heger ew wan zanyariyên xwe, bi sedan, bi hezaran, heta bi milyonan re parve bikin, wê gelek baştir be. Wê gelek baştir be ku bi wan nerîn û dîtinên hevdem û hevbeş wê civata xwe bighêjîne zanebûna xwe azadkirinê.
Îro rewşa bakur û rojavayê berbi Lozana dudan ve diherike. Yên serê cihoka ava girtine û naxwazin av xwe bighêjîne zevî, bax û bostanên Kurdistanê, Evdila û partiyên wî ne.
Ji xwe ji roja damezrandina pkk, ji bona îro bû. Hemî kesên min bi nav kirin, vê rewşê baş dizanin. Madem ku hûn vê baş dizanin, çima hêzên xwe nakin yek? Aqilmendiya xwe naxe emrê gelê xwe ya rêxistiniyê.
Ma em hemî nizanin ku heta hêzên me nebin yek û yekdengiya me pêk neyê, wê ji bona tunebûna kurdan hemî cûre lîstik bêne lîstin. Ma hûn nizanin ku îro rewşa gelê me pir bi zelalî berbi tunebûne ve dihare. Yên milet ji vê karesetê azad bike, tenha yekdengiya hêzeke xurt ya kurd û Kurdistanî ye. Rêya wê jî bi qelema nivîskar û rewşenbîran zelal dibe.
Bawer nakim ku li vê cîhanî ji nava tu miletên kolonî weke Kurdistanê ronakbîr û rewşenbîr derketine. Lê dîsa bawer nakim ku tu rewşenbîr û ronakbîrên welatê kolonî weke yên Kurdistanê, bê rêxistnî mane.
Zêdeyî sed sal in ku em weke milet bindestin. Ev bindestî êdî bûye perçak ji jiyana me. Loma em nikarin azadiya xwe û ya welatê pêk bînin. Ji ber ku pêkanîna wê di karê rêxitiniyê re derbas dibe. Heger di vê rewşa niha de wan nivîskar û rewşenbîrên me rola xwe nelîzin û erka xwe neynin cih dê çawa bibin rewşanbîr???
Serbixwebûn mafê herkesan e, lê li hember dîrokê hesabdayîn jî dê bibe para herkesan. Nabe ku welat wêran û xelk perîşan bin, rewşenbîr û ronakbîrên me jî her yek ji wargeha xwe, bi dengekî tenê biqîrin.
Deng jî, qêrîn jî bi hêz û qawetê dibe, qawet jî bi karê rêxistinî pêk tê. Bê rêxistinî, bêdengî ye, zeîfiye, loma kesên bêdeng jî nikare bibin deng û rengê gelê xwe.
Lozaneke din ku ji ya ewil xerabtir tê serê gelê me. Piştî salên şiştî ev projeya tunebûna kurdan hatiye danîn. Xalên projeyê roj bi roj, gav bi gav li ser serê bakur û rojavayê kurdistanê pêk tînin.
Rewşenbîr û ronakbîrên vê dibînin û xwe bi hêz û qawet nekin, gunehê wan ji yên herkesan bêtire. Ji ber ku yên deng û reng didin civatê ew bi xwe ne.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.