Ev Peyman, Kurdan dixe Bin Qeyd û Merbetan!

Şeyhmus Ozzengîn

11.03.2025, Sal | 14:04 [ Güncellenme: 11.03.2025, Sal | 14:05 ]

Ev Peyman, Kurdan dixe Bin Qeyd û Merbetan!
Nêrîn Belav bike

Di 10ê Adara 2025 an de, di navbera Mazlûm Evdî û Serokkomarê defakto yê sûrîyeyê de peymanek hat belavkirin. Di destpêka peymanê de, li ser sebebên îmzekirina peymanê“ de dihat gotin ku:

“Li ser bingeha hevdîtina navbera Birêz Serokkomar Ehmed Şeraa û Birêz Mezlûm Ebdî, 10 Adara 2025an roja Duşemê, li ser van xalên jêrîn li hevkirin çêbû.“

Di maddeya 1an de esasgirtina peymanê ewe ku herkes, taybet jî Kurd di avakirina Sûrîyê de aktif cîh bigirin. Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku wê Kurd bibin hemal ji bona avakirina dewleta Sûrîyek nû re. Ji dêlva Kurd navmala xwe avabikin, bi dû avakirina mala dijmin de ne! Gelo zarokên kurdan, ji bona bibin karmendên dewleta ereban û vê dewletê ji nûve avabikin, ewqes cangorî dan?

Di madeya 2an de Gotina “maf“ bê ku bêt îzahkirin, ka tê çi wateyê, gotinek bingehvala ye. Mafê çi? Mafê wek hemwelatîyekî Sûrîyeyê ku bijî mafê wî heye, an wek Kurdekî, li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê xwedî desthilatdar, ku bijî mafê wî he ye? Mafê wî ku artêşa xwe, parlementoya xwe, asayîşa xwe, qanûnên xwe ava bike û wek herêmek xwedî desthilatdar (federasyon, otonomî) ku xwe birêve bibe heye? Bi tena serê xwe gotina “maf“ ti wateya wê û garatîya wê tine ye.

Di madeya 3an de jî bahsa agirbestê dike; wê li ser axa Sûrîyê agirbest çawa bêt avakirin? Bi hezaran îslamîstên qatîl, destdirêjkar, yên Uygur, Ozbek, Çeçen, tirk yên barbar li Şamê kom bûne, bûne desthilatdar û Sûrîye defakto girtine destê xwe û bi wan re peymana agirbestê“ têt avakirin! Garantîya vê çi ye? Li ser axa Sûrîyeyê bi destê rejîmê û bi destê van hêzên tundrev bizrê dijminatîyê hatîye çandin. Hemû pêkhate yên olî û netewî, mezhebî kirine dijminên hev. Bê ku her pêkhate li ser axa herêma xwe, xwebixwe birêve bibe, wê çawa di bin desthilatdarîyek navendî de lihev bên? Pêkhateyên Sûrîyeyên li henber hev hatine bikaranîn û bi dû heyfa xwe de ne. Herkes bi çavekî “grubek tundûtûjîyê“ li wan dinêre û li ser navê Kurdan Mazlûm Evdî diçe bi van re peymanê îmze dike. Ev ne daxwaza miletekî, daxwaza hinek hêzanin, ku ne dilxwazê kurdan in.

Ev demek dirêje Tirkîye, bi rêya hêzên xwe yên paramilîter, li ser axa Sûrîyeyê xebatek bêrawest dimeşîne. Hin Rojavayê Kurdistanê xistîye bin tehdîda şer û hin jî bi alîkarîya Abdullah Ocalan, bi rêya telefonê û bi nameyan bandorek mezin li ser Mazlûm Evdî çêkiribû. Mazlûm Evdî ev kiryar û pres ji miletê xwe û ji hevalên xwe veşart. Neanî ziman, ku Abdullah Ocalan ji bona tirkan çi ji wî dixwaze!

Armanca Tirkîyeyê ew e ku pêşî li destkevtinek Kurd a xwedî deshilatdarîyê bigire. Xuyaye di virde jî Dewleta Tirkan û Abdullah Ocalan serkevtî derketin.

Di maddeya 4an de, kurdan wek karmend, di avakirina Sûrîyê de armanc dike. Ev jî tê wateya ku Kurd di avakirina Sûrîyek nû de bibin piştgir, heta ku ev dewlet bêt avakirin! Piştî avakirin û bihêzkirina dewleta Sûrîyeyê, çi bêt serê we ne girîng e. Ji ber ku di vê daxwazê de Sazîyên kurdan, ku Kurdan biparêzin nehatine dîyarkirin.

Di vir de bê ku statûyek dîyar a Kurd li ser axa xwe xwebixwe, xwe birêve bibe, ti “maf“ ne garantî ne ji kurdan re. Îdiayên ku nav lê neyên kirin û ne zelal bin, naverok û bingeha wan tine ye.

Di madeya 5an de jî dîyare ku ji bona Sûrîyeyê, Sûrîyek nû û federal tine ye. Sûrîyek navendî hatîye projekirin. Ji ber wê jî bi dewleta Sûrîyeyê re „garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe“ dipejirîne. Eger Sûrîyek federal bihata projekirin, vegera koçberên ku, ji ber zor û zilmê, ji ber şer revîyane, bi hikûmeta Sûrîyeyê re nedihat şîrovekirin û nedigirtin nav peymanê. Wê deshilatdarîya her herêmê koçberên xwe program bikira û ji bona wan daxûyanî derxistana. Madem Sûrîyek navendî ku ti pêkhate ne xwedî statûbin bêt avakirin, çima ewqes têgehên bêwate têt lihev kirin. Zelal bêjin “li seranserê Sûrîyeyê Dewleta Sûrîyê desthilatdare“ û qedîya çû.

Di madeya 6an de jî pir eşkere têt daxwazkirin ku li henber rejîma Esed, divê evên ku îro Şam defakto girtine destê xwe, bên parastin û bên meşrûkirin. Kurdan jî dikin hemal û şirîkê vî karê biqirêj. Dîktatorek çû, lê yekî jê xerabtir defakto Şam girtîye destê xwe. Mazlûm Evdî dixwaze bibe şirîkê karesatên wan! Ev desthilatdarîya destbixwîn, dixwaze bi hêza kurdan û bi têkilîyên kurdan xwe meşrû bike.

Madeya 7an jî Kurdan digire pişt xwe û dixwaze Sûrîyek navendî ava bike. Yên ku bixwazin li ser axa Sûrîyeyê ji xwe re statûyan ava bikin û daxwaza “cûdabûn“ê bikin, wê bibin hedef û daxwazên wan bên redkirin. Avakirina 3 an jî 4 herêmên federal û xwedî desthilatdarîyê “cûdabûn“ têt qebûlkirin. Mazlûm Evdî jî li ser navê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ev kirîye peymanê. Ev redkirina statûyek Kurd û Kurdistanîyê bi xwe ye.

Madeya 8an jî, van hemû madeyan bi yek emrî, daxwaza avakirina komîteyan dike û bê şîrove emrê bicîhkirina peymanê dike.

 Di vir de jî daxuyanîyek Mazlûm Evdî ku piştî peymanê di rûpela xwe a (X)ê de belavkirîye. Dibêje:

“Em pêbend in paşerojeke çêtir ava bikin ku mafên hemû Sûriyeyiyan garantî bike.”

Bi kîjan hêz û Sazîyan hûnê “paşerojeke çêtir“ ava bikin?

Ez jî ji Mazlûm Evdî dipirsim: Tu mafê kîjan Sûyeyîyan bi kîjan sazî û desthilatdarîyan pesend dike?

Tê çawa maf“ê wan biparêze?

Ji “maf“ qezda te çi ye?

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1509 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:33:29

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Sihêrbazî û Remila Kurdan! Riza Topal Hulmanî Koça Dawî kir! 'Xweserî û Paradigma' Mazlûm Evdî! Divê Em Bingeha Bihev re Xebatê Sabote Nekin! Pêşeroja Sûrî Hîn Ne Dîyare! Panorama 2024 Yên ku Rîya Zilmê Hilbijêrin, wê Her wenda bikin! Ji Dagirkarên Kurdistanê Dîktatorîyek Din Jî Hilweşîya! Di navbera Rejîm-Opozîsyonê de şer ber bi kude diçe? Daxwaza Dewletê û Îsraîla Duyem! Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe? Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x