CHP ya Kemalîst ji roja damezrandina xwe û heta niha him dijminekî sereke ya miletê kurd e û him jî çi dema ketiye tengasiyê bratiya tirk û kurdan weke benişt di devê xwe yê kenî de çûtine.
Bi alîkarî û piştgiriya kurdan, komara tirk damezrandin. Di destpêka damezrandina wê de ew komar weke ya tirk û kurdan bi nav dikirin. Lê çi dema girêka xwe bi pişt xist û bû desthilat, qirkirin û wêraniya kurdan anî.
Li vê cîhanê dijminê miletê kurd ê sereke Kemalîzm e. Di destûr û bernameyên CHP ê de mafekî kurdan heye ew jî divê koletiya tirkan bikin. Ji bilî vê tu maf nedane û nadin kurdan.
Bi ser vî halî de jî çi dema pêwîstiya wan ji kurdan çê bûye. Bi çargavê berbi Kurdan de bazdane û xwe weke alîkar û dostên wan rê dane. Û çi demê bi ser jî ketibe, agirê tunebûna kurdan pêxistine û dixin.
Eva nêzîkî sed salan e ku CHPya Kemal Ataturkê wan, lê vê cîhanê çi tiştên xerab hebûye anîye serê kurdan. Tu caran kurd weke kurd nedîtine û pênase nekirine.
Li seran serê cîhanê kurdan li ku mafek bi destxistibûn CHP ya ku îro hin kurd û partiyên kurdî ji wan re dibe alîkar, li dij wê hebûnê rawestiya ye. Ji bona ku ew hêjayî bi dest kurdan nekeve çi ji destê wan hatiye kirine ê dikin.
Ji xwe kurd fêrî wê yekê bûne ku kî zilm û zordariyê li wan bike, ji wan hez dike. Alîkarî û piştgiriya wan dike. Loma niha hin partî û kurd jî li kolanan, bi daxuyaniyan alîkarî û piştgiriya xwe didin CHP ya dijminê kurd û Kurdistanê.
Milet û partiyên ji bona azadiya welatê ê kolonî hatibin damezrandin, divê tu caran xwe tevlî nakokiyên nava dijminê xwe nekin. Ji ber ku ew çiqasî bi hevkevin ewqasî ji bona me kurdan baş e.
Ecêba mezin ew e ku hin partiyên ji bona azadiya gelê xwe hatine damezrandin, alîkarî an piştgirtiya CHP dikin, ew bi destê xwe Kemalîzmê xurt dikin. Heta niha ev weha hatiye. Hêvîdarim ku ji niha û pêde ev weha nere.
Di Newroza 2025an de ala rengîn li her çar perçên kurdistanê hatin bilindkirin. Bi rengên xwe yên şêrîn û manîdar, herçar perçê kurdistanê xemilandibû. Lê ev bi xweşa chp neçûbû. Heqaret li ala Kurdistaniyan kirin.
Ji ber ku bilindkirin û geşbûna ala Kurdî nehatibû hesabê CHP ya Kemalîst. Bi serde jî hin kurd û partiyên xwedê giravî Kurdistanî, ji CHP ya dijminê kurdan re dibe alîkar. An neheqiya li ser wê-wan qebûl neke. Ma ne ecêb e.
Heger heta niha jî hin partiyên ji xwe re dibêjin em kurdistanî ne û nizanibe an fêmnekiribe ku divê ji nokiyên nava dijminê xwe fêdê bibîne, hûn bizanibin ew partî ne kurdistanî ye.
Hêvî ew e ku ji destpêka salên 2020an û pêve ruhiyeta Kurdistanîbûnê roj bi roj bilind bûye û dibe. Divê her kurdek ji bona vê helwestê ji gelê xwe re , ji miletê xwe re, ji endam û hevalbendên xwe re bibin alîkar da ku ev al geştir bibe.
Geşbûna ala kurdî, xurtbûna hizra neteweyî ye. Piştgirî an alîkariya partî û kesên dijminatiya vê alê dikin jî dibin perçek ji wan.
Xwedî li ala kurdî derketandin, helwesta xwedî li welatê xwe derketandin e. Her welat û miletek xwedî ala xwe ne. Kes û partiyên dijminatiya ala te bikin. Ew yekser dijminê te ye û dê tu caran nexwaze tu azad bibe.
Divê kurd vê yekê ji bîr nekin ku dijminê miletê me ê sereke CHP ye. Qelsbûna an lawazbûna wê, xurtbûna hizra neteweyî ya kurdan li bakurê Kurdistanê ye. Xwe ji CHP dûrxistin, dê bibe nêzîkbûna kurdan ya xwe bi xwe…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.