Ey reqîb her maye qewmê kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan.’
Bila agirê Newrozê li her çar aliyê welatê me bibe mizgîniya azadî û aştiyê.
Kurd 21ê Adarê ku bihar dest pê dike û xweza ji nû ve şîn dibe, wek NEWROZê, cejna azadiya li dijî zilm û kolonyalîzmê pîroz dikin.
Ji ber ku di sala 612 berî zayînê de Împaratoriya Asûriyan, ku dewleta herî mezin û zalim a wê serdemê bû û li ser gelek mirovan, bi taybetî Kurd, Ereb û Farisan serdest bû, bi serhildana Hesinkar Kawa, ku pêşengiya Kurdan dikir, hat hilweşandin.
Kurdên ku êrîşî qesra qralê Asûrî Dehak kirin, dawî li pergala zilmê anîn û hemû gel azad kirin, bi vêxistina agir li serê çiyan ev mizgînî ji hemû cîhanê re ragihandin.
Newroz, yanî roja nû wek destpêka salnameya kurdî hat qebûlkirin.
Ji wê demê heta niha her sal di 21’ê Adarê de agirê Newrozê ji aliyê gelên azadîxwaz ve li her çar aliyê Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê ên din, bi taybetî li Rojhilata Navîn hatiye vêxistin. Û îro jî ew agirê azadiyê ji bo nûkirina bawerî û hêviya ku rojekê pergala mêtingeriyê ya despotan bê rûxandin.
Em îsal jî agir ji azadiyê bi bawerî û hêviyê pêdixin û cejna xwe ya Newrozê pîroz dikin.
Bila agirê Newrozê bibe amûr ji bo hilweşandina sîstema ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Rojhilata Navîn bi qurbanîkirin û bêparhîştina kurdan ji mafên wan ên herî bingehîn, hatiye avakirin.
Em dixwazin agirê Newrozê bibe wesîle ku miletê kurd ê ku eve 100 sal e di bin zextên qirkirin û asîmîlasyonê de tê ragirtin, bikaribe statuyeke wisa ava bike ku wek miletên din di nav ewlehiyê de bijî û bi azadî xwe birêve bibe.
Em hêvîdar in agirê Newrozê bibe sedema avakirina nîzameke dadmend li Rojhilata Navîn a bi xwînê avdayî, ku hemû gel û hemû komên baweriyên cuda di aştiyê da bi biratî, mil bi mil bi hev re bikevin govendê.
Bila agirê Newrozê bibe mizgîniya azadî û aştiyê li her derê welatê me.
Newroz pîroz be!
21 Adar 20205
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN