Heşdî Şeibî careke din sînorê navçeya Dawude dan ber top an!

Berpirsê lijneya navçeya Xurmatû yê PDKê ragehand, milîsên Heşdî Şeibî li sînorê bajarokê Amirlî ya ser bi Xurmatû, topbarana sînorê navçeya Dawude kirin.

24.12.2017, Paz - 11:04

Heşdî Şeibî careke din sînorê navçeya Dawude dan ber top an!
Nuçe Belav bike

Berpirsê lijneya navçeya Xurmatû yê PDKê Erselan Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh êvari 23.12.2017ê milîsên Heşdî Şeibî li sînorê bajarokê Amirlî ya ser bi Xurmatû bi hewanan sînorê navçeya Dawude topbaran kirin û gundê Pelkane û navçeya Xerre li ber topbaranê ketin.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Ji ber vê topbaranê tirs û xof li gel rûniştvanên navçeya Dawude ya ser bi Xurmatû ava bûye.’’

Berî naha jî bi fermana milîsên Heşdî Şeibî ve helîkopterên artêşa Iraqê du gundên li navçeya Dawude ya ser bi Xurmatû bombebaran kir.

Navçeya Dawude ji 50 gundan pêktê û ji sala 1991ê ji aliyê îdarî ve ser bi qeza Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê ye û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:27:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x