Heşdî Şeibî kartên dengdanê yên xelkê Xaniqînê komdike!

Milîsên Heşdî Şeibî li sînorê bajarê Xaniqînê ku ser bi parêzgeha Diyala ye, dest bi komkirina kartên dengdanê yên hemwelatiyan dikin û ji ber vê jî hişyariyek tund ji Heyder Ebadî re tê dayîn.

10.12.2017, Paz - 09:33

Heşdî Şeibî kartên dengdanê yên xelkê Xaniqînê komdike!
Nuçe Belav bike

Serokê hevpeymaniya hêzên Iraqê li parlamentoya Iraqê Selah Muzahim El Cibûrî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de paşxistina helbijartinan kir. Sedem jî wek hebûna rewşeke ne asayî bo helbijartinan nîşanda.

Herwaha got, naha çekdarên Heşdî Şeibî bi rêya muxtarên taxan hemû kartên dengdanê yên hemwelatiyên bajarokê Seidiye ya ser bi bajarê Xaniqînê komdikin. Û dipirse: ‘’Ti karê Heşdî Şeibî bi karta dengdanê ya xelkê heye?’’

Serokê hevpeymaniya hêzên Iraqê li parlamentoya Iraqê daxwaz ji serokwezîr û fermandarê giştî yên hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî, desteya milîsên Heşdî Şeibî kir, wî karê ku dikin ronî bikin û şermezar bikin û wan kartên ku komkirine careke din ji xwediyên wan re wegerînin.

Teqez jî kir, armanca komkirina wan kartên dengdanê ji aliyê Heşdî Şeibî ve bandor li ser helbijartinan kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1063 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x