Fatma Köl: Ufuk-Aso

Divê ASO wekî qîrîneke dilnizm a merivên me ên dengxistî, lalhiştî û nivîsandina wan qedexekirî were qebûlkirin.

06.08.2020, Per - 22:12

Fatma Köl: Ufuk-Aso
Nuçe Belav bike

Divê ASO wekî qîrîneke dilnizm a merivên me ên dengxistî, lalhiştî û nivîsandina wan qedexekirî were qebûlkirin. Fatma Köl bangî me dike ku em li ser rastîyên xwe bihizirin. Me vedixwîne ku jîyînên me û birînên me ên vebûyî dê bandora wan çend nifşan berdewam bike, em bi awayekî bi hevbeşî bipêçin. Vêya bi nepejirandina sînorên li ser hiş û bedena me ferzkirî, pêk tîne. Bi zimanekî hêsan û herikbar dike.

Pêşgotin

Me hîna wekî netew rastîya xwe bi giştî nenivîsandiye.

Me li ser rûpelan û li rêzikan bar nekiriye.

Me xeyalên xwe, hêvîyên xwe û bêrîyên xwe nesêwirandiye û di pirtûkan de bi cî nekiriye.

Sedemên wê tên zanîn.

Ne hewce ye lêhizirînê û vegotina bi dûdirêjî ye.

Ên her tişt li me asteng kirine, ev jî li me qedexe kirine.

Fersend nedan lêfikirîn û nivîsandinê.

Heta ji destên wan hat şert û şirûtên me kêm kirin.
Lê digel derfetên herî kêm jî nifşekî ciwan û zînde deng vedide.

Hewl didin ku tiştên me bi xwe nîgar bikin, vebêjin û binivîsin.

Wekî bi derzîyê bîrê bikolin.

Êşên giran ên di serdemekê de hatine jîyîn lê nehatine ziman û nehatine nivîsandin, rasterast destnîşan dikin.

Zagona siruştî ye.

Dema alîyek dirize, alîyek jî şîn dibe.

Divê ASO wekî qîrîneke dilnizm a merivên me ên dengxistî, lalhiştî û nivîsandina wan qedexekirî were qebûlkirin.

Fatma Köl bangî me dike ku em li ser rastîyên xwe bihizirin.

Me vedixwîne ku jîyînên me û birînên me ên vebûyî dê bandora wan çend nifşan berdewam bike, em bi awayekî bi hevbeşî bipêçin.

Vêya bi nepejirandina sînorên li ser hiş û bedena me ferzkirî, pêk tîne.

Bi zimanekî hêsan û herikbar dike.

Bi me dide bawerkirin bê vîyana takekesî çi qasî girîng e.

Di pirtûkê de sînorên wekî xenceran li ser dilê me dikevin, tune ne.

Geh hûn li Nisêbînê ne ku nirxên me ên netewî wekî ronayîya çavan lê tê parastin, geh hûn li Şengalê ne ku malzaroka Kurmancîyê û Kurdewarîyê ye.

Jîyan carinan berhema rasthatinîyan e.

Rasthatinî di dem û kêlîkên ne li ser bala we de bi pêxîla we digire. Hûn ê di pirtûkê de şahîdîyê li jîyanên navendên Nisêbîn, Midyad, Hewlêr, Kobanê, Şengal û Stockholmê bikin bê di kîjan qonaxan de digihêjin hev du.

Vegotina di sêgoşeya hestyarî, raman û tevgerên jîyaneke rabirdûya watedar de a Pervîn û Dayika Sitî, lêgerînên Xelef û Seyidxan, lêpirsînên sitemkar ên Stêrayê, dilpakîya Fırat, nepenîya Med û malbata wî û jîyana bê dîtin lê bi bihîstinê a Anna, Hasmig û Alexî.

Divê ez vê jî destnîşan bikim ku Aso xwedî taybetîyên xweser e:

Yek jê, duzimanîbûna wê ye.

A din, angaşta vegotineke li gorî cîhana çanda herêmên bi navên Torî û Çolî ye.

Ev kevneşopî dê geş bibe û bigihêje wî cîyê xwe ê xweser ê ku heq dike.

Ez ji vê bawer im.

Wehîdê Memkê Hesê Mihê (Vahit Duran)

Fatma Köl kî ye?
Fatma Köl, di sala 1992’an de li gundê Kinikê ê Nisêbînê ji dayîk bûye. Bi eslê xwe ji gundê Helexê ê Mîdyadê ye. Dibistana seretayî û navîn li Stenbolê, dibistana bilind (lîse) û Zanko li Holandayê xwendiye. Fakulteya Xebatên Civakî û Perwerdeyîyê, şaxa tenduristîya gîyanî qedandiye. Niha li Holandayê ye di beşa psîkîyatrîyê de xebata xwe dike. Ji bilî karê xwe, li bajarê Maastricht ê Holandayê, di hin sazî û rêxistinên sîyasî, cîvakî û mafên merivan de roleke aktif digire.

www.lisyayinevi.com Têkilî-İletişim: 0090 552 299 45 03 Wergera bo Kurdî /Kürtçeye çeviri: Yaqob Tilermenî
Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 840 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:11:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x