Li Rojavayê Kurdistanê kêmbûna baranê bandor li zeviyên çandiniyê kiriye û çandinî di bin metirsiya windabûnê de ye. Cotkarek dibêje, êdî ew nema sûdê ji ava çem û rûbaran dibînin û asta ava binê erdê jî kêm bûye. Endezyarekî çandiniyê jî daxwazê ji Rêveberiya Xweser dike ku alîkariya cotkaran bike û ji bo rûbirûbûna ziwabûnê planekê deyne.
Zeviyên çandiniyê yên Rojavayê Kurdistanê, ji ber kêmiya baranê, berhemên çandiniyê di jêr metirsyiê de ne. Ji sedî 70ê ji zeviyên çandiniyê li Rojava, zêdetir bi berhemên genim, ceh, nîsk, pembû tên çandin. Xalid cotkarekî ji bajarê Qamişlo ye, ev çendîn sal in di zeviyê xwe de kar dike, dibêje ji ber rewşa aborî ew neçar in salan zeviyên xwe biçînin û ev yek jî xakê diwestîne, kêmiya baranê jî barê wan zehmetir kiriye.
Cotkar Xalid Ebdulla dibêje: “Tov nebaş e, semad nebaş e, baran kêm e, Tirkiyê jî av qut kiriye, devera me nema sûdê ji ava ser zeviyê dibîne, ava jêr zeviyê jî pêwîst e em 400 heta 600 metreyan bikolin û ev yek jî xerciya wê gelekî zêde ye, em zehmetiya her tiştekî dibînin.”
Bi gotina cotkaran, zeviyên çandniyê mîna berê nema xizmeta wan dike, û wek berê jî sûdê jê wernagrin, xerciyên wê zêde bûne û dahat jî kêm bûye.
Cotkar Xalid Ebdulla got jî: “Di demê berê de, em li hêviya berhemên xwe bûn, me sûdeke baş jê didît, me proje pê cibicî dikirin, zewac , avakirina xaniyekî, lê niha hêvî dikim ew roj vegerin heta kêfê bixim nava dilên zarokê xwe de, ez hizir dikim bibin bavekî rasteqîne.”
Pêla hişkesaliyê, bandoreke nerênî li ser ava bîr û asta ava jêr erdê kiriye, ji ber vê yekê pêwîstiya cotkaran bi çakirina bîran û pêşkêşkirina semad û sotemeniya pêwîst e.Endezyarek dibêje, ev yek ji erkê Rêveberiya Xweser e û divê pilaneke wê di vê derbarê de hebe.
Ji sedî 46ê xelkê Rojavayê Kurdistanê di aliyê aborî de bi awayî rasterast, pişta xwe bi çandiniyê ve girê didin, lewma kêmiya baranê û pêla hişkesaliyê bandoreke xerab li ser jiyana wan dik