'Di êrîşeke dronî de gerîlayekî PKKê yê Alman canê xwe ji dest da'

Ajansa Anadoluyê ragihand ku hefteya borî di êrîşeke esmanî ya Artêşa Tirkiyê de ku li nav axa Herêma Kurdistanê pêk anîbû gerîlayekî PKKê yê Alman canê xwe ji dest daye.

20.06.2023, Sal - 18:20

'Di êrîşeke dronî de gerîlayekî PKKê yê Alman canê xwe ji dest da'
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyê ku dispêre çavkaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di 15ê Hezîranê de Artêşa Tirkiyê li Xakurkê bi dronan êrîşî gerîlayên PKKê kirine.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di encama lêkolînan de yek ji gerilayên ku jiyana xwe ji dest daye Thomas J. yê bi nasnavê "Azed Sergeş" e ku li bajarê Mainburg ê Almanyayê ji dayik bûye.

Herwiha hat diyarkirin ku welatiyê Alman Thomas J. li Munihê yê Almanyayê tevlî PKKê bûye.

Lê derbarê mijarê de heta niha PKKê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 424 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:27:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x