Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz derbarê çekdanîna PKKyê de got, "Dê di demeke kurt de li qadê bi encamên berbiçav bên dîtin.”
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ji kanala NTVyê ya Tirkiyeyê re rojev nirxand.
Xebatên destûra nû
Yilmaz derbarê xebatên destûra nû got ku destûra heyî piştî derbeya leşkerî hatiye amadekirin û Tirkiye welatek e ku heq dike destûreke ku bi îradeya sivîl hatibe avakirin hebe.
Yilmaz teqez kir ku divê destûra nû ne tenê ji aliyê partiyeke siyasî ve lê bi lihevkirina tevahiya civakê bê amadekirin.
Alîkarê Serokkkomar her wiha destnîşan kir ku wan wekî AK Partiyê ev pêvajo daye destpêkirin û komîsyoneke ji 11 hiqûqnas û pisporên warê xwe pêk tê ava kiriye.
Yilmaz bal kişand ser wê yekê ku xebata serekî ya destûra nû dê di bin sîwana parlamentoyê de pêk bê û got:
"Ev xebateke ku divê bi lihevkirina herî berfireh a mumkin bê kirin.
Em hêvî dikin ku bi desthilat û mixalefetê re vê destûrê bi Tirkiyeyê bidin qezenckirin.
Divê em bi lihevkirineke civakî vê nîqaşê li pey xwe bihêlin."
Hevdîtina Erdogan a bi Heyeta DEM Partiyê re
Yilmaz behsa mijara hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a bi Heyeta DEM Partiyê re kir û got:
"Em li bendê ne ku ev hevdîtin hefteya bê pêk were lê derbarê roj û saeta wê de baştir e mirov li benda daxuyaniya Serokkomariyê bimîne.”
"Pêvajo wekî ku pêwîst e berdewam dike"
Yilmaz diyar kir ku divê hemû partiyên siyasî tevkariyê li vê pêvajoyê bikin û wiha anî ziman:
"Mijarên bi vî rengî divê wekî mijarên neteweyî bên nirxandin.
Ez bawer dikim ku bi tevkariya hemû partiyan ev pêvajo dê bi awayekî saxlem bimeşe.
Birêz Serokkomarê me jî dê bi Heyeta DEMê re qonaxa ku gihiştinê binirxîne."
“Di demeke kurt de dê li qadê encamên berbiçav bên dîtin”
Yilmaz bandora biryara çekdanîna PKKyê ya li ser qadê jî nirxand û got:
"Piştî biryara PKKyê ya çekdanînê, dem hatiye ku em vê yekê li qadê bibînin. Em li bendê ne ku ev di demeke kurt de dest pê bike.
Ev pêvajo dê li qadê jî bi encamên berbiçav bê dîtin lê ev dê demeke diyar bigire. Helbet ne tiştek e ku di rojekê de bibe.
Mekanîzmaya şopandin û çavdêriyê ya vî karî dê teqez bixebite, dê bi hûrgilî bê şopandin.
Ji ber vê yekê, em gihîştine qonaxeke girîng û erênî. Pêvajo wekî ku pêwîst e di rêça xwe de, li gorî pêwîstiyên xwe bi rê ve diçe."
"Divê avahiyên wekî HSDyê di vê pêvajoyê de nebin"
Yilmaz her wiha behsa têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê kir û tekez kir ku siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê gelek zelal e û ew Sûriyeyeke bi îstiqrar dixwazin.
Yilmaz destnîşan kir ku ew Sûriyeyeke wisa dixwazin ku ne tenê ji bo gelê Sûriyeyê lê ji bo tevahiya herêmê îstiqrarê bîne û axaftina xwe wiha domand:
"Em birêvebiriyeke berfireh û avahiyeke ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bigire dixwazin. Sûriyeyê dest bi xebateke destûrê kiriye.
Ez bawer dikim ku di vê pêvajoyê de dê gelek mijar bên nîqaşkirin. Divê avahiyên wekî HSDyê di vê pêvajoyê de nebin.
Li welêt kî dijî, bila bijî, divê li ser bingeha welatîbûna wekhev hawîrdoreke ku tê de maf û azadiyên bingehîn ên her kesî misoger bin, bê avakirin.
Ev di berjewendiya her kesî de ye. Lê kesên ku îstiqrarê li Sûriyeyê naxwazin, dikarin bi afirandina pevçûnên etnîkî û mezhebî hewl bidin îstiqrara welêt têk bibin.
Wekî Komara Tirkiyeyê, helwesta me pir eşkere û zelal e.
Em hem ji bo îstiqrara Sûriyeyê û hem jî ji bo ku ji Sûriyeyê ti gef li ser Tirkiyeyê çênebin, bi awayê herî xurt piştgiriya vê pêvajoyê dikin.
Em bawer dikin ku di pêvajoyeke diyar de ev yek dê pêk bê."
"Bila kes hewl nede bi nexşeyên herêmê bilîze"
Li ser pirsa "Di daxuyaniya Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê Tom Barrack de hatibû gotin ku 'siyaseta Amerîkayê ya Sûriyeyê dê ji siyaseta wê ya 100 salên dawî cuda be'. Gelo siyaseta Tirkiye û Amerîkayê ya Sûriyeyê li hev dike?", Yilmaz ev bersiv da:
"Bila kes hewl nede bi nexşeyên vê herêmê bilîze û ji bo vê yekê nexebite.
Berevajî vê yekê, divê em hemû bi hevkariyê, li vê herêma ku jixwe têra xwe pevçûn dîtine, ji bo îstiqrarê hevkariyê bikin."
Yilmaz bi bîr xist ku di vî warî de peyamên gelek erênî yên ku rêveberiya Trump dabûn û gavên gelek erênî yên ku avêtibûn hebûn û wiha got:
"Rakina cezayan, piştgirîkirina rejîma nû gelek girîng e. Em vê yekê erênî dibînin, di wê nuqteyê de me dît ku telqînên Serokkomarê me yên ji bo Birêz Trump jî bi bandor bûne.
Divê em bi ruhekî ku zêdetir xwe dispêre hevkariya bi koordîne, li vir teqez piştgiriya îstiqrar û xweşguzeraniya Sûriyeyê bikin."
Yilmaz diyar kir ku di mijara Sûriyeyê de gelek berdêl hatine dayîn lê êdî dê encamên baş bên wergirtin û got:
"Vegerên bi dilxwazî yên ji bo Sûriyeyê jî lez bûne. Piştî guhertina rejîmê ji 8ê Kanûnê heta îro 316 hezar Sûriyeyî bi dilxwazî vegeriyane.
Ev jî careke din radixe ber çavan ku helwesta me çiqasî mafdar e."