Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu ragihand ku wan wekî PKKyê erkên xwe yên ji bo pêvajoya çareseriyê bi cih anîne lê Tirkiyeyê sozên ku Devlet Bahçelî dane pêk neanîne.
Mustafa Karasu êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li ser gerîlayên wan jî wekî “sabotekirina pêvajoyê” bi nav kir û da zanîn ku “aliyek di nava dewletê de heye ku dixwaze pêvaoyê têk bide”.
Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu di bernameyeke taybet a Medya Haber TVyê de li ser pêvajoya çareseriyê û gavên ku hatine avêtin axivî û helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê rexne kir.
Karasu destpêka pêvajoyê bi bîr xist ku bi banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kiribû û got:
“Destpêka vê pêvajoyê banga Devlet Bahçelî bû. Got, bila were (Ocalan) li koma DEM Partiyê biaxive, rêxistina xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bîne.
Piştre jî got, bila ji mafê hêviyê sûdê wergire. Ev gotinên Devlet Bahçelî ne.”
Mustafa Karasu diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan banga Bahçelî bi cih aniye û anî ziman:
“Lê soza ku Devlet Bahçelî daye, wate mafê hêviyê, rakirina tecrîdê û beşdariya çalak a Rêbertiyê di vê pêvajoyê de hîn pêk nehatiye. Dema wiha be, ev pêvajo zêde bi pêş nakeve.”
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê ragihand ku Ocalan ji bo ku rê li ber pêvajoyê veke, înîsiyatîfeke bê mînak nîşan daye û da zanîn:
“Me kongreya xwe li dar xist. Fesixkirina rêxistinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî pêk hat. Divê dewleta Tirk jî erkên xwe pêk bîne.”
Karasu da zanîn ku ew naxwazin bibêjin “pêvajo xitimiye” lê helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê rê li ber vê yekê vedike û got:
“Em nabêjin pêvajo xitimiye, em dixwazin rê li ber vebe û bi pêş bikeve lê rewşeke ku rê li ber nirxandinên xitimînê vedike heye.
Ya ku vê rewşê diafirîne jî helwesta desthilatê ye. Di helwesta me de tiştekî ku pêvajoyê bi paş de bikişîne nîne.
Eger çareseriya pirsgirêkeke ew qas mezin tê xwestin, divê hişmendî, polîtîka û nêzîkatiyên wan biguherin.”
“Ma dixwazin bibêjin bibin xwarina gur û çivîkan?”
Karasu rexne li helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê ya derbarê pêvajoyê girtin û anî ziman:
“Gelo li cîhanê tiştekî wiha heye, te kîjan garantî daye? Ev nêzîkatî li cîhanê nîne.
Wan bi xwe di rojên destpêkê de li televîzyonan nedigot dema têkoşîna çekdarî biqede, divê yasa derkevin?
Niha dibêjin çekan deynin, piştre dê çi bibe?
Ma dixwazin bibêjin bibin xwarina gur û çivîkan? Tiştekî wisa nabe.”
Karasu amaje bi êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li dijî gerîla û hêzên wan da û ev yek wekî provokasyon û sabotaj bi nav kir û got:
“Em vê yekê wisa dinirxînin. Di nava dewletê de beşek dixwaze vê pêvajoyê têk bide.
Wateya vê ev e. Tu çima êrişî wan mirovan dikî? Tu diçî wan bikujî. Gaza kîmyayî bi kar tînî, çekên qedexekirî bi kar tînî.
Ti çalakî, hewldana çalakiyê û plansaziyeke wan nîne. Ev rewşeke pir cidî ye.
Ev tişt di nava civakê de dilgiraniyan çêdike.
Divê hikûmeta ku vê pêvajoyê bi rê ve dibe, midaxeleyî vê yekê bike û temaşe neke.”
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê tekez kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û got:
“Divê her kes hem em, hem jî dewlet, hewl bide ku pêvajo rast bê fêmkirin.
Rêya vê yekê jî misogerkirina azadiya Rêber Apo ye.”
“Em dixwazin bi nêrîneke erênî nêzîk bibin”
Karasu behsa hevdîtinên DEM Partiyê yên li gel Hikûmeta Tirkiyeyê jî kir û da zanîn:
“Em her dem dixwazin bi nêrîneke erênî nêzîk bibin.
Em dixwazin ku encamên erênî derkevin lê heta niha gavên ku hêviyê çêbikin nînin.
Em dixwazin vê pêvajoyê heta dawiyê bibin.
Di helwesta me de ti kêmasî nînin, em zelal in lê ya ku erkên xwe bi cih nayne hikûmet bi xwe ye.”