Heger Evdila Ocalan dijî, çima li gel tu kesan wêneyên wî nayê belavkirin? Çima dernaxin pêşberî raya giştî? Loma dibêjim; Ew mirî ye. Karê wî yê temam nebû bû, li ser navê wî, lê hê xerabtir pêk tînin da ku kurdan bi temamî bê şexsiyet bikin da ku êdî kes doza Kurdistaneke azad û serbixe nekin.
Piştî ku karê xwe qedandin, kurd têk birin, bê sexsiyet kirin û bawerî anîn ku êdî kurd tam têk çûn, wê bêjin Evdila mir û ji bona wî merasîmeke cenazeya bê cenaze bikin. Jê û pêve jî wê noktayekê dînin ser kêşeya kurd ku hemî daxwazin wan, bi navê komara demokratîk ya tirkiyê de tune bikin.
Proje ev e. Lê wê çiqasî bi ser bikevin, ew hê jî ne diyar e. Tiştê niha diyar heger rewşa partiyên bakurê kurdistanê weha dom bike, wê projeya dewletê ya li ser navê Evdila dimeşînin, dê bi serkev e.
Kurdên bakurê Kurdistanê dê weke ereb, laz, çerkes û ermeniyên niha ku hemî xwe weke tirk dibînin, bibînin. Ev jî kareseteke bi serê xwe ye. Li gor min berpirsê vê karesetê jî dê partiyên niha ku ji sal mezinên rê nadin ciwanan, bin.
Lê heger partî û rêxistinên welatparêz û xwe kurdistanî dibînin; hêz û qawetên xwe bikin yek. Bi xebat û çalakiyên berfireh li hember vê pêvajoya nû ya tunebûna kurdan ranewestin, heta demeke ne zêde dûr, wê bakurê Kurdistanê bi temamî biqedînin. Ji xwe ji niha de ye ku ew pêvajo êd li ser dest partiya DEMê destpêkirî ye. Ciwanên îro ji çand, ziman û adetên xwe dûr in. Her çiqasî bi tirkî dibêjin, ”em kurd in” jî, wê dem bê bêjin ku bav û bapîrên me kurd bûn.
Bila kes partî û rêxistinên kurdan serê xwe bi paçan mezin nekin û nebêjin, kurd naqedin. Rewş xerab e. Helwest û bawerî şkestiyê, hêvî nema ye. Berjewendiyên çexsî li pêş e. Di rewşa îroyîn de kes û kesayetiyên heyî jî bêtirîn ji bona xwe, malbata xwe, nav û dengê xwe di nava karê siyasî de ne. Yanî mirov dikare bêje ku êdî siyaset jî bûye rant.
Partî û rêxistinên kurdistanê jî, niha di destê salmezinan de maye. Ew salmezinên fedekar jî êdî tehamula wan li hember hev nemane. Tu nema dikarî kêmanî an şaşiya yek salmezinekî bêje. Heger te got dibe agir û te dişewitîne. Rexne û xwe rexnekirin mirî ye. Çi dema di civatên paşdemayî de ev sîstem tune be, tu nikare rastiyê bêje.
Partî û hêzên Kurdistanê divê qawet û hêzên xwe bikin yek. Rêvebirî û pêşkêşiyê bidin ciwanan. Ew jî ango sal mezin jî bibin şêwirmend, da ku tecrubeyên xwe bide wan.
Heger ev zûtirîn demê pêk neyê, li bakurê Kurdistanê kurd diqedin. Ji xwe qedandina projeya roja ku Evdila li mala xalanên xwe vegeriya bû, destpêkiribû.
Niha jî li ser navê yekî mirî dewlet vê projeyê bi navê paratiya wan damezrandibûn li gor dilê xwe bi rêve dibin. Erka herî mezin ya tunebûna kurdan, niha partiya ku dewletê û Evdila bi hevre damezrandibûn (DEM), bi rêve dibin. Em jî tenê lê temaşe dikin. Em roj bi roj tunebûn an ji holê rakirina gelê xwe temaşe dikin.
Ji roja kurd û Kurdistan hatiye ser rûyê vê cîhanê tu caran weke niha bêxîret nebû ye. Tu caran weha bê şexsiyet û ji taqatketî, nebû ye. Lê hê jî wext heye. Heger di demeke kurt de kurd nebin yek, dê herin yek bi yek.
Çareserî:
Pêwîst e berê ew partiyên ku ji hev veqetiyabûn, dîsa li hev vegerin û yekitiya nava xwe bixuliqînin. Loma ferz e ku PSK û HAK-PAR bê ku wextê derbas bikin bibin yek. Hemî PDKyên li bakurê Kurdistanê yekitiya nava xwe pêk bînin. Dûre jî vana li gel PWK eniya kurdistanê ragihînin da ku bikaribin bi hevre pêşiya vê pêvajoya tunebûna miletê kurd bigirin. Heger vê nekin yekem sûcdar û berpirsê vê pêvajoya tunenûna kurdan ew bi xwe ne.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.