Rexene weke çekekê ye ku li hember xerabî, şaşî û nebaşiyên ne bi zanetî tê bi karanîn. Rexne di jiyana dewletan de, di kes û kesayetan de cihê pêşî li şaşiyan girtin û vekirina rêya rastiyê ye. Bi saya rexneyan mirov kêmaniyên xwe dibîne û xwe rast dike.
Li aliyê din, rexne çekek weha ye ku dema te ew li gor armanca wê bi karneanî êdî ew ji rexnê bêtir dibe tiştekî din. Yanî êdî erka xwe ya rexnekirinê pêk nayne. Ev jî dibe serêşiyeke din.
Rexne ji bona çi û ji bona kê tê bikaranîn?
Di tevgereke siyasî de dema te kêmanî an şaşiyek dît û wê destnîşan dike ango rexne dike ku ew kêmanî bê çareserkirinê ye. Lê çi dema te kêmanî an şaşiya Serok û rêvebirekî rexne kir, ew vê li ser xwe qebûl nake. Lona endamên xwe an partiya te li hember te sûr dike ku êdî tu wan rexne.
Dema ku mirov kêmaniyeke hevalê xwe ê nêzîk dît, mirov wî/ê rexne dike ku şaşî an kêmaniyên xwe bibîne da ku zû li rastiyê vegere. Ji ber vê ye ku rexne û li xwe rexnegirtin sîstemeke pêşveçûn û serrastkirina kêmanî an şaşiyan e.
Kî/ê neyên rexnekirine?
Li vê cîhanê kes û kesayetiyên ji ez û ez ê hezdikin. Li kesên dîktator, zalîm û yên nezan rexne nayê kirin. Ji xwe li kesên kawik û cahîl qet rexne nayê girtin. Ya din jî yên ku bi zanetî kêmanî an şaşiyan dikin jî rexne neyê girtin. Niha li bakurê Kurdistanê tu qet nikare li siya serokekî partiyên heyî binere û wan rexne bike an şaşiyeke wan bêje an binivîsîne. Ew û mirîdên xwe dibin agir û dixwazin te dişewitînin.
Heger nikaribin te bişewitînin jî, bi rêya partiya te, dixwazin te kêm bike. Lê mixabin gelek caran jî weke wan dibe û ji dêlva wan, heval û rêberên te, te bi tundî bê ku nav bidin rexne dikin. Aqil didin ku divê mirov bizanibe ku rexne çi ye? Yanî bi çavekî nizm li te dinere û dixwazin te bi berbixe ku divê tu serok û rêberan rexne neke. Ji ber bi tirsin ku sibê ev dikare were serê wan jî. Ev jî tiştekî nû ye ku li bakurê Kurdistanê peyde bûye. Ev jî ji bona kes nikaribin serok û rêvebiran rexne bikin. Yanî yekitiya xwe ya rexne li tu serok û rêberan nayê, pêk anîne. Çavê me ronî be…
Li gel vê yekê li kes, partî û kesayetin ku bi zanetî şaşiyan dikin jî, rê nadin ku tu wan rexne bike. Ji xwe kesên bi zanetî şaşiyan dikin nayên rexnekirin. Divê tu li gor wan bersîvê bide ew jî nabe rexne. Divê serok û rêber bizanbin ku ev ne rexne ye. Li gor helwesta wan, helwest girtin e.
Xaleke din ya girîng jî ew e ku tu li kesên bi zanetê şaşiyan dikin û wan weke başiyan rê didi nikarî rexne bike. Ji ber ku tiştê dikin bi zanetî dikin. Şaşî û çewtiyên bi zanetî jî nayên rexnekirin. Divê bersîvên wan jî weke wan bê dayîn. Lê mixabin ev jî nayê hesabê serok û rêberan!
Di dema welaparêzî û şoreşgeriya me ya bakurê Kurdistanê de, ji salên 1970-80 ev sîstem ango rexne û li xwe rexnegirtin baş kar dikir. Di nava kesên xebatkar, kadro û endamên rêxistinan de vê erka xwe dianî cih.
Lê mixabin piştî darbeya leşkerî ya 1980 weke gelek tiştan vê sazûmana pîroz ya ji bona pêşketin û kêm şaşîkirinê dihate bi karanîn, têk çû.
Di roja me ya îro de tu nikare kes, kesayetî û rêxistinên ne li ser rêya rast ango dema şaşî dikin, rexne bike ku li xwe vegerin. Loma jî ev sazûman mirî ye.
Şaşiyeke din ew e ku tu nikare kesên bi zanetî kêmanî û şaşiyan dikin, rexne bike. Divê tu jî li gor wan li gor kiryar û bûyerên wan, li gor helwest û nerîna wan bersîva wan bide. Ev jî nabe rexne. Lê îro ev di nava siyaseta bakurê kurdistanê de mirî ye. Em êdî rexne û bersîvdayîna nikarin ji hevdu veqetînin.
Divê çi bê kirin?
Li gor min divê em weke şexs, kes û kesayetî, partî û tevgerên heyî ji nûde sazûmana rexneyê bi hevre munaqeşe bikin. Em ê wê çawa li hember çi, bi karbînin, ji nûde şirove bikin. Rexne çiye? jê re qalibekî nû bibînin.
Kî karin kê rexne bikin divê ji nûde bê zelalkirin. Gelek li ser navê rexneyan êrîşên ne li rê tînin ser kesên ku rexnan dikin. Hin jî li ser navê rexneyan heqaret û gotinên giran dibêjin. Divê em vana ji hev cûda bikin. Divê em ji nûde bizanibin rexne û li xwe rexnegirtin çi ye?
Ya herî xerab jî ew e ku dema tu endamê partiyekê be, tu nema dikare li gor bawerî û mejiyê xwe tevbigere, Divê tu tenha li gor partiya xwe binivîsîne û li gor wê tevbigere. Di virde bê ku em hay ji xwe hebin, em mejiyê azad û nerînên demokratîk jî dikujin.
Dibe ku mirov endamê partiyekê be, lê divê mirov bikaribe li gor xwe, bi awayekê azad jî bêje û binivîsîne. Di partiyên demokratîk de ev weha ye. Lê dema tu li ser navê partiya xwe tiştekî binivîsîne an bêje ew tiştekî din e û divê tu li gor çerçeweya partiyê bimeşe. Weha xuya ye ji me re hê gelek dem û zeman lazim e ku em vana fêm bikin.
Ji ber ku partiyên me xetimînin, bi pêşnakevin. Roj bi roj endamên xwe wenda dikin. Lê dîsa jî weke bi serketîbin xwe rê didin. Bi vê jî nahêlin û naxwazin kes kêmaniyên wan bêjin û binivîsînin.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.