Barcelona, bi armanca “li herêmên ku ji şer zerer dîtiye bi bikaranîna werzişê avakirina aştiyê” li Rojava û Herêma Kurdistanê dest bi projeya Lîga Hêviyê ya avakirina dibistanên futbolê kir.
Barcelona, bi armanca “li herêmên ku ji şer zerer dîtiye bi bikaranîna werzişê avakirina aştiyê” li Rojava û Herêma Kurdistanê dest bi projeya Lîga Hêviyê ya avakirina dibistanên futbolê kir.
Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya tîma Barcelonayê hatiye belavkirin, dibistan dê li 6 bajaran werin avakirin.
Di nav wan de bajarên Kobanî, Hisîça, Reqaê û Tirbespiyê yên Rojavayê Kurdistanê û bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê cih digirin.
Li gorî malpera fermî ya Barcelonayê, armanca bingehîn a avakirina dibistanan “xurtkirina hevahengiya civakî, rêgiriya şerên tund ên paşerojê û pêvajoyên radîkalîzmê di nava nifşên nû de”.
Hat ragihandin ku proje “li ser xurtkirina zarok û ciwanan, bi taybetî keçan û koçberan, niştecihên çolteran û yên ji civakên dûr ên wekî kêmneteweyan” disekine.
Proje ji aliyê Weqfa Barçayê, La Caserna, Enstîtuya NOVACTê, UPP, Doz International, IDare û Casa Nostra Casa Vostra ve bi hevkarî tê meşandin.
Oleguer Presas çûbû Rojavayê Kurdistanê
Li ser projeye behsa gotinên lîstikvanê berê yê Barcelonayê Oleguer Presas hat kirin:
“Nîsana 2025an li Sûriye û Îraqê xebateke hevbeş meşand û ji bo perwerdeya paşerojê yên dibistanên futbolê yên civakî xebatên perwerdeya cur bi cur pêk anîn.”
Proje dê 25ê Hezîrana 2025an dest pê bike û heta Çiriya Pêşîn a 2026an berdewam bike.
Di çarçoveya projeyê de “beşdariya rasterast a zêdetirî 600 zarok û ciwanan (8-14 sal)” tê armanckirin.
Lîstikvanê Katalonyayî Oleguer Presas 25ê Nîsanê çûbû serdana bajarê Kobaniyê.
Parlamentoya Katalonyayê sala 2021ê bi hemû pêkhateyên xwe yên siyasî Rêveberiya Xweser nas kiribû û ji hemû saziyên civaka sivîl xwest ku beşdarî avakirina herêmê bibin.