Amerîkayê ceza bi ser toreke Îraqê de sepandin: ‘Wan petrola Îranê firotiye’

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan cezayên nû bi ser toreke bazirganiyê ya Îraqê de sepandine ku petrola Îranê bi qaçaxî bi navê Îraqê firotiye.

04.07.2025, Cum - 10:47

Amerîkayê ceza bi ser toreke Îraqê de sepandin: ‘Wan petrola Îranê firotiye’
Nuçe Belav bike

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li ser firotina petrola Îranê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya Wezaretê, tora ku ji aliyê bazirganekî Îraqî yê bi navê Selîm Ehmed Seîd ve tê birêvebirin, herî kêm ji sala 2020ê ve bi qasî bi milyaran dolaran petrola Îranê kiriye û veguhastiye ku ew bi navê petrola Îraqê an jî bi tevlîkirina petrola Îraqê hatiye firotin.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand:

“Wezareta Xezîneyê dê berdewam be li ser armanckirina çavkaniyên dahata Tehranê û dê zextên aborî zêdetir bike ku rê li ber gihîştina rejîmê bi wan çavkaniyên darayî bigire ku ji bo karên xwe yên têkder bi kar tîne.”

Wezaretê her wiha amaje pê kir ku wan ceza bi ser çend keştiyan de jî sepandine ku bi wê tên tometbarkirin beşdarî veguhastina bi dizî ya petrola Îranê bûne.

Wezaretê her wiha ceza bi ser çend berpirsên payebilind û saziyekê de jî sepandine ku pêwendiya wan bi saziya Qerzulhesen ve heye ku ew jî bankayeke Hizbulaha Libnanê ye.

Hat ragihandin, wan berpirsan dan û standin bi milyonan dolaran kirine ku di dawiyê de sûd gihandiye Hizbulahê lê wan rola Hizbulahê veşartiye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 97 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:49:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x