Ramanli helwesta HUDA PARê ya li ser pêvajoyê eşkere kir

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli got, “Di serî de divê ji bo zimanê Kurdî gav werin avêtin.”

11.06.2025, Çar - 10:48

Ramanli helwesta HUDA PARê ya li ser pêvajoyê eşkere kir
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli bû mêvanê bultena ajansa Rûdawê û li ser pêvajoya nû ya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û pêşhatên dawî pirsên Hawar Celaledînê bersivandin.

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli helwesta HUDA PARê ya li ser pêvajoya çareseriyê anî ziman:

“Derbarê danîna çekan û fesixkirina PKKyê pêvajoyek îro niha berdewam dike û tê nirxandin.

Her wekî hûn jî dizanin PKKyê kongreye xwe civand û qerara danîna çekan û fesixkirine birêvebiriya xwe û rêxistina xwe da.

Dewleta Tirkiyeyê jî dixwaze ji binî ve ev rêxistin ji holê rabe û çekan deyne û ew jî karê bi mehan e ku endamên rêxistina PKKyê yek bi yek dest ji çekan berdin û çekê xwe teslîm bikin.

Heger hikûmetê qenaet anî ku dê PKK bi rastî çekan deyne hêvî heye ku bi rêya Parlamentoyê hinek gavên erênî bêne avêtin derbarî çareserkirina meseleye Kurdan.

Gelê Kurd wekheviyê, edaletê dixwaze ji ber ku Ji 100 salî zêdetir e li Tirkiyeyê ji bo Kurdan edalet tunebû.

Dema edalet çêbû, wekhevî çêbû, zimanê gelê me û nasnameya gelê me hatin qebûlkirin bi aweyekî fermî em bawer dikin dê hin bi hin pirsgirêka Kurdan jî çareser bibe.

Çareserkirina pirsgirêka Kurdan dayîna heq û mafên gelê Kurd e.”

Ji bo bipêşvebirina pêvajoya çareseriyê dê li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyoneke 100 kesî were avakirin.

Serkan Ramanli li ser komîsyona 100 kesî û tevlîbûna HUDA PARê got:

“Belê em dê tê de cih bigirin ku ew jî wezîfaya me ya eslî ye ev mesele lewra ji berê ve em dibêjin divê meseleya Kurdan di bingeheke edaletê de were çareserkirin.

Di vî warî de ev teklîfeke balkêş e ku ji sed parlamenterî komîsyonek were avakirin û li ser vê bê nîqaşkirin û çareseriya wê were dîtin.

Heta niha ti gavên berbiçav nehatine avêtin, em bawer dikin dema ku bi hikûmetê re qenaet çêbibe ku PKKyê bi rastî çek danîne û xwe fesix kiriye hingî ew dê dest pê bike.

Texmîna me ew e ku meha Çiriya Pêşînê ew kar û xebat dê dest pê bikin û Înşallah em jî dê di komîsyonê de cihê xwe bigirin.”

“Di serî de divê ji bo ziman gav werin avêtin”

Ramanli li ser agahdarkirina HUDA PARê ya ji bo komîsyonê û helwesta wan da zanîn:

“Heta em nehatine agahdarkirin û em van gavan baş dibînin, ev gavên wiha muhîm in.

Divê meseleya di parlamentoyê de were çareserkirin ku cihê wê bixwe ew der e û temsîlkarên temam ên gelê Tirkiyeyê tev li wê derê ne, li hev dicivin.

Meseleya me lazim e li wir were axaftin û li wir were nîqaşkirin û çareseriya wê jî di parlamentoyê de bê dîtin.

Em jî wekî HUDA PARê û temsîlkarên me yên li meclisê ji bo çareserkirina vê meseleyê, ji bo heq û mafê gelê me werin îadekirin di kar û xebatan de em dê cihê xwe bigirin û Înşallah em dê xebatên xwe jî berdewam bikin.”

Parlamenter Serkan Ramanli li ser kar û xebatên ku ew dê di komîsyonê de bikin anî ziman:

“Di serî de divê ji bo ziman gav werin avêtin û di Destûrê de hebûna gelê Kurd were qebûlkirin ku heta niha mesele înkarkirina gelê me bû û vê jî bi Destûrê ji xwe re bingehek didît.

Divê destûra ku bingeha sazkirina dewletê ye gelê Kurd jî qebûl bike û zimanê Kurdî jî wekî zimanê Tirkî bibe xwedî rûmetekê.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê AK Partî demsala havînê ku Parlamentoya Tirkiyeyê tê girtin, dê xebatên amadekirina destûra nû, reforma birêvebiriyên xwecihî û yasaya bicihanîna cezayan bidomîne.

Parlamentoya Tirkiyeyê her sal 1ê Tîrmehê tê girtin û 1 Çiriya Pêşîn careke din dest bi xebatê dike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:01:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x